Hevsrokên KCD’ê Tûglûk û Turk de barê grevên birçîbûnê yên ku 68 rojan berdewam kirin de daxuyaniyek dan û wih got: “ Grevên birçîbûnê 12’ê îlonê vir ve 32 sal şûnde bû destpêka dîrokê.
Hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk derbarê pêvajoya siyasî ya dawî a Tirkiyeyê de daxuyaniyek nivîskî û ji ber piştevahiya gelên Tikriyeyê û aliyên civakî ya ji bo grevên birçîbûnê spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, bi gelê Tirk re, gelê Kurd ku damezirênerê avakirina vî welatiye ji avabûna komarê heta niha tune hatiye hesabandin û mafên wan yên kolektîf û kesane jî hatine red kirin. di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber polîtîkayên înkar û îmahayê dîroka welat bi êş û serhildanan tijeye.
Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Li Girtîgehên Tirkyeyê bi pêşengiya PKK û PAJK’ê grev hatin des tpêkirin û 68 rojan berdewam kir. welatekî demokratîk, aştiyeke bi rûmet, wekhevî, jiyaneke azad her tim bûye hesreta me. dem bi dem hêvî û bendewariyên me zêde bûne. Hin deman jî hêviyên me veguherîne fikaran.
Di dîroka demokratiya Tirkiyeyê de 12’e îlonê weke rojeke reş tê nasîn. Piştî 12’ê îlonê 32 sal şûnde bi hezaran kesî ji bo mafên demokratîk bedena xwe dan ber mirinê û ev jî dîroka destpêkê ye. Bi vê çalakiyê êşên me zêde bûne û fikarên me zêde bûn. Bi milyonan kes xwedî li berxwedana girtîgehan derket û gotin ‘daxwazên we daxwazên me ne.’
Gelê kurd, hêzên demokratîk, parêzvanên mafê mirovan, nivîskar û rewşenbîr li ser piyan bûn. Ligel vê desthilatdariya siyasî li şûna ku çareseriyê bîne polîtîkaya xwe ya biçûkxistinê kir dewrê. Lê daxwazên ku hatinbûn kirin daxwazên herî mafdar yên gerdunî bûn. Ev yek ji bo desthilatdariya siyasî şerma herî mezin bû.
Girevên ku êdî hatibûn asteke krîtîk li ser banga Birêz Ocalan bi dawî bûn. Em ji bo hemû kesên ku piştgirî da berxwedana girtîgehan spas dikin. Gelê me bi helwest û sekna xwe bûn dengê wijdanan. Rastî hate nîşandn. We piştgirî da çareseriyê. We pêşî li mirinan girt.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tiştên me jiyan careke din nîşanê me da ku; heta ku têkoşîna saziyên demokratîk û gelan, rewşenbîran, nivîskaran û hunermendan hebin dê çareserî pêk were. Ev ji hemû kesî re spasiyên xwe pêşkêş dikin.”