KCD: Em banga 'NA' dikin
Kongreya Civaka Demokratk (KCD), li dijî guhertina Destûra Bingehîn banga bikaranîna dengê "Na" li her kesî kir.
Kongreya Civaka Demokratk (KCD), li dijî guhertina Destûra Bingehîn banga bikaranîna dengê "Na" li her kesî kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî guhertina Destûra Bingehîn îro daxuyaniya çapemeniyê da.
KCD’ê diyar kir ku gelê Tirkiye û Kurdistanê di demek zehmet û krîtîk re derbas dibin û ev tişt gotin: “Li dijî gelê Kurdistanê yê li hemû parçeyan şerekî topyekûm û qetilkirinê hatiye destpêkirin."
Di daxuyaniyê de bal kişand ser pêkanînên qirkirina siyasî û girtina saziyan û ev nirxandin hatin kirin:
"Li dijî saziyên ku siyseta demokratîk dimeşînin li herêm û Tirkiyeyê binçavkirin û girtin dan destpêkirin û bi BHQ'ê ve gelek sazî hatin girtin. Tirkiye radestî zilamekê ku bi dîktatoriyê welat birêve dibe hatiye kirin. Ji bo dîktatoriya ku fîlî hatiye avakirin dixwazin bi Distûra Bingehîn ji wê re qilifekê çêbikin û faşîzmê bi sazî bikin. Ji bo vê hemû rêyên şantaj û gefan xistine dewrê, vîna parlamenteran wekî îpotek bikar tîne, wê gelên li Tirkiyeyê bixe nav kaosek ku kesek nikare jê derbikeve û dixwazin pêşnûmeya Distûra Bingehîna ku pêşeroja hezaran a gelen, hêvî û jiyana wan reş bike di meclîsê re derbas bikin.
TI MEŞRÛTIYEYTA SIYASÎ, EXLAQÎ Û HIQÛQÎ NÎNE'
KCD’ê destnîşan kir ku ger ev Distûra Bingehîn vîna hemû kesî di nava xwe de negire, tI rewabûna wê ji aliyê siysî, hiqûqî û exlaqî ve tine ye. Pêwîstiya gelê me bi Distûra Bingehîn a demokratîk heye. Gelê me xerîbiya Distûra Bingehîn a ku hemû mafên wan diparêzin û dikarin xwe bi azad îfade bikin dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên demokratîkbûyîn û hemû pirsgirêkên din bi qanûnek bingehîn a wiha pêkane.
'DEM DEMA LI DIJÎ DIKTATORIYÊ DERKETINÊ YE'
Ji ber vê yekê li dijî pêkanînên ku hebûna, biratî, yekîtî û aştiya gelan sabote dike, dibe bela serê gelê me, têkoşînê bimeşîninin û li dijî rawestan, peywira hemû her kesî ye. Ger em vê lîstîka ku dixwazin pêşeroja Tirkiyeyê tarî bikin vale nederxînin, em ê nikarin li pêşiya îpotekirina pêşeroja zarokên xwe bibin asteng. Niha dema li dijî dîkatatoriya faşîst derketinê ye.
BANGA
KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ve ev bang kir:
Li dijî vê pêşnûmeya Distûra Bingehîn a ku bi hîle, zext, şantaj û gefan dixwazin ji meclîsê derbas bikin û bînin referandumê, em bang li hemû gelê me, partiyên siyasî, parlamenter, rêxistinên civaka sivîl; li dijî pakêta Destûra Bingehîn ku wê ziyanên mezin bide demokratî, biratî, yekîtî û aştiya me derbikevin û ji vê pêvajoyê re bêjin NA.”