KCD: Eger vekişîn bi sernekeve, wê birînên mezin vebin

KCD: Eger vekişîn bi sernekeve, wê birînên mezin vebin

Kongreya Civaka Demokratîk, der heqê vekişîna hêzên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Eger di dema vekişînê de şer rû bide, wê birînên mezin vebin." KCD'ê destnîşan kir, ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê divê destûr ji provokasyonan re neyê dayîn.

Kongreya Civaka Demokratîk, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser girîngiya vê pêvajoyê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê û ev xal destnîşan kir; "Pêngava ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpê kir, roj bi roj mezin dibe, li nava gel belav dibe û gel xwedî lê derdikeve. Ev rewş, li gel girîngiya xwe gelekî hesas e. Eger di dema vekişîna gerîla de pevçûn an jî şerek rû bide, wê birînên mezin vebin. Ji ber vê yekê, divê pêvajo bi selametî bimeşe da ku jiyana hevpar û wekhev a navbera gelên Kurd û Tirk têkûz bibe. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê, pêwîste di vê pêvajoyê de rê ji provokasyonan re neyê dayîn."

"EMÊ LI GORÎ HESASIYETA PÊVAJOYÊ TEVBIGERIN"

Di daxuyaniyê de banga hestiyariyê li gel hat kirin û hat destnîşankirin, ku ji bo serketina pêvajoyê gelekî girîng e gelê Kurd bi helwesteke zane tevbigere.

Daxuyaniya KCD'ê bi vî rengî dewam kir; "Beramberî kêmasiyeke herî biçûk, divê gel bikeve nava tevgerê. Eşkere ye ku gelê me xwedî vê rêxistinbûyîn û zanebûnê ye. Li gelek bajaran avabûna komîsyonên şopandinê yên rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo aştiya civakî xebateke gelekî girîng e. Divê li her bajarî ev komîsyon bê avakirin."

Kongreya Civaka Demokratîk di daxuyaniya xwe de bang li dewletê jî kir, ku bi nêzîkatiyek rast nîşan bide û diyar kir, ku hewldanên provokatîf û operasyonên leşkerî yên gengaz, hem wê pêvajoyê têxe rîsk ê, hem jî wê bidawîbûna pêvajoyê sabote bike.

KCD'ê bal kişand ser rola hukûmetê jî û xwest, ku hukûmet jî di vî warî de tedbîrên pêwîst bigire.

KCD'ê diyar kir, ku eger pêvajo bi sernekeve, berpirsyarî wê ya dewletê bi xwe be û ew weke KCD jî, wê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.