KCD’ê ji Salîh Muslim re sersaxî xwest

KCD’ê ji Salîh Muslim re sersaxî xwest

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim re sersaxî xwest.

KCD’ê der barê kurê hevsrokê PYD’ê Salîh Muslim, Şervan Muslim de ku di qadên YPG’ê jiyana xwe ji dest da, peyamek weşandin.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Kurê we Şervan Muslim ji bo Rojava û azadiyê, di şerê parastinê de ji bo ku  jiyana demokratîk a nû ava bike gavek paşde nemaye, di vê tekoşînê de di refên herî pêş de cih girt, nûçeya şahadeta wî ya di şerê li Girê Spî ku li dijî çeteyên El Qaîdeyê de em pir xemgîn kirin.

Ji bo kurê we Şervan ku bû rûmeta hemû gelên Kurdistanê ji Xwedê rehmê û ji bo kurdên li çar perçeyan dijîn sersaxî dixwazin. Em şehîdên Rojava weke şehîdên xwe dibînîn, bi soza ku girêdayî armanca wan a azadiyê bimînîn car din tînin ziman û li pêş tevayî şehîdên xwe bi rêzdarî xwe ditewînîn.”