KCD-E: Gelê Kurd komplo bersiv da komployê

KCD-E, diyar kir ku gelê Kurd Komploya 9’ê Cotmehê vala derxistiye

KCD-E, diyar kir ku gelê Kurd Komploya 9’ê Cotmehê vala derxistiye

KCD-E, di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember gelê Kurd pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniyê bal kişand ser 17. salvegera Komploya 9’ê Cotmehê û got ku ev di dîroka têkoşîna azadî û serxwebûna gelê Kurd de rojeke reş e, komplogerên navneteweyî hê jî dest ji komployê bernedane, bi asîmîlasyon, polîtîkayên îmha, tinekirin û bi şêwaz, rêbazên cuda ve berdewam dikin, ev ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî tê fêmkirin.

'BI BERXWEDANÊ BERSIVAND'

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di serî de Gimgim, Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn, Sûr tevahî bajarê Kurdistanê li ber xwe dan, fedakariyên mezin çêbûn, jin û ciwanên Kurd bi rûhekî fedaî ketin pevçûnan; bi vê jî hem li hember konsepta nû helwest nîşan dan, hem jî Komploya 9’ê Cotmehê bi erdê re kirin yek û wiha gelê me gihişt qiraxa serketinê. Jina Kurd, bi ruhê fedaî yê Arîn Mîrkan ve li hember çeteyên AKP û Erdogan li ber xwe da û serî netewand, ciwanên Kurd jî bi ruhekî mezin ê fedaî xwerêveberiyên xwe parast.”

'HATE DÎTIN KU KOMPLO BÊ ENCAM E'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di serî de DYE, Îngîltere, Îsraîl, Yewnenîstan û komplogerên din ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî tenê fikirîne, li hember gelan sucdar in û wiha hat gotin: “Lê gelê Kurd û dostên wan serî netewandin û bi têkoşîna xwe têkoşîna azadiya Kurdistan anîne qiraxa serketinê.”

Daxuyaniyê bal kişand ser Şoreşa Rojava, Serketina Kobanê, Berxwedana Şengalê, îlanên xwerêveberiyê yên gelê Bakur û anî ziman ku ev tevahî nîşan didin ku Kurdan li hember komployê ti carî serî netewandine. Daxuyanî wiha didome:

 “Serketina siyasî ya 7’ê Hezîranê dewleta Tirk û Erdogan pir hêrs kir û bi vê hêrsê ve konsepta îmhayê ya nû pêş xistin. Em bawer in ku wê gelê me û dostên wan vê konsepta nû jî vala derxin û di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de wê ev konsepta derbeyên girantir jî bixwe. Pêwîst e gelê me yê egît û fedakar ên li Ewropa dijîn di 8’ê Cotmehê de biçin ser sindoqan, hesap ji Erdogan bixwazin, bila bizanibin ku serketina hilbijartina daxwaza Rêber Abdullah Ocalan e û bi vê zanebûnê jî tevlî pêvajoya hilbijartinan bibin. Her wiha, divê ji bo çalakiya xeleka mirovan a wê di 9’ê Cotmehê de li derdora Parlamentoya Ewropayê li Brukselê çêbibe tevlîbûnek xurt hebe, gelê Kurd û dostên wê yên li Eyalatên navîn ê Elmanya, Bakur ê Fransa û Hollanda, Belçîka ji bo ji komplogeran hesap bixwazin divê bê dudilî tevlî çalakiyê bibin.”