KCD'ê êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê bi tundî şermezar kir

KCD'ê diyar kir, ku Kurd li kîjan deverên cîhanê bêhnekê bistîne dibin hedefa êrişa dewleta Tirk û komkujiya ku dewleta Tirk doh li Kobanê kir bi tundî şermezar kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk doh li gundê Helincê yê Kobanê kir û 3 jinên Kurd hatin qetilkirin daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Kurd li kîjan deverên cîhanê bêhnekê bistîn e rastî êrîşa Tirkiye tê. Piştî êrîşa li dijî Kampa Mexmûrê ya ku di bin serweriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye duh jî li gundê Helincê yê Kobanê bi SÎHA'yan êrîş kir û 3 jinên Kurd qetil kir. Em êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Dijminahiya gelê Kurd û jinan bûye pirsgirêka esasî ya desthilatdariyê. Beriya niha jî gelek caran me îfade kir û careke din jî em pêwistiyê bi îfadekirinê dibînin. Desthilatdarî her ku van êrîşan bidomîne wê winda bike. Divê gelên me dexlî şerê ku desthilatdar dixwaze di navbera gelan derxe nebe. Yekemîn armanca desthilatdariyê ew e ku şer biafirîne û bi vî awayî emrê xwe dirêj bike. Ligel ku desthilatdarî dizane pirsgirêka Kurd bi şer û polîtîkayên zextê çareser nabe û fêdeya civakê tê de tuneye jî ji bo berjewendiyê xwe û di şer de israr dike."