KCD-E: Divê ti Kurdên dîasporayê dengên xwe nedin partiyên pergalê

KCD-E’yê, têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên de daxuyaniyek da û got: “Divê gelê me yê dîasporayê dengên xwe de nedin partiyên pergalê.

KCD-E’yê, têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên de daxuyaniyek da û got: “Divê gelê me yê dîasporayê dengên xwe de nedin partiyên pergalê. Ji bo vê divê her tiştî ji destê wan tên bikin. Her kesê dikare dengan bikar bîne, divê em biçin cem wan û dengan jê bixwazin.”

KCD-E, daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên, welatiyên li derveyê welat dijîn, ji 7’ê Hezîranê û şûnde li gelek welatan dengan bikar tînin.

 GELEK HILBIJÊR HENE

KCD-E’yê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku li dîasporayê hejmareke ku encama hilbijartinan diguhere heye û wiha berdewam kir: “Beyannameya HDP’ê ya bi navê ‘Mirovahiya mezin’ hat aşkerakirin, derfeta avakirina jiyanek nû  ya wekhev, demokratîk û azad dide civakan. Ji bo gelên ku di vê pergala ceberut de mexdûr bûne, biçûk hatine xistin, rastî zextan hatine, hatine asîmîlekirin û înkarkirin, alternatîfek nû pêşkêş dike.  Her kes dikare aîdiyeta xwe ava bike û di nava cudabûnan de yekîtiya xwe ava bike. Beyanameya hilbijartinê di heman demê de ji bo gelê Kurd û Tirk yên li derveyî welat dijîn jî derfetê dide. Divê gelê me  yê li derveyî welat, piştgiriyê bide banga mirovahiya mezin a HDP’ê û li hember partiyên din ên pergalê HDP’ê pêşde bibin û xwedî lê derkevin.

 Xebatên ku ev demeke li welatên Ewropayê hatine destpêkirin, gihiştine asteke girîng û li hemû bajaran komîsyonên hilbijartinê hatine avakirin û xebatên ji bo HDP’ê didomînin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta niha gel û dostê me eleqeyek mezin nîşan daye. Ji vir şûn ve ji bo ku xebat bi bandortir bê meşandin  divê bi seferberiyek mezin xebat bên meşandin. Bi taybet jî di 8’ê Gulanê de li Elmanya, Fransa, Awûstûrya, Swîsre, Danîmarka, Belçîka û Awûstralyayê  wê dengan bikar bînin, divê vê dema kurt baş bikar bînin û tempoya xebata xwe bilind bikin.”

DIVÊ YEK DENGEK KURDAN NEÇE JI AKP Û CHP’Ê RE

Hat destnîşankirin ku welatê ku herî zêde hilbijêr lê ne Elmanyaye û wiha hate gotin: “Divê heta 8’ê Gulanê di nava hewldaneke mezin de bin. Li Elmanyayê divê xwe bigihînin her kesî. Divê hemû derfetên aborî-manewî bikevin dewrê. Divê heta 8’ê Gulanê li hemû bajaran xwe bigihînin hilbijêran. Divê hejmara hilbijêran li ber çavan bê girtin, beyî ku dem bê windakirin, bikevin nava tevgerê. Li Elmanyayê di encama ku girseya hilbijartinê beşdarî xebatan bibe de, wê encamek baş bê bidestxistin.  Ji bo yek dengek Kurdan neçe ji CHP û AKP’ê re divê her tiştê ji destê me tê bê kirin. Ev peywira me ya welatparêziyê ye.

DIVÊ HER KURD XWE BERPIRS BIBÎNE

Ji 8’ê Gulanê re demek kurt maye. Divê ev dem li ber çavan bê girtin û hemû welatpêzên me xwe berpirs bibîne, şert û mercên xwe li gorî hilbijartinan plan bike. Her kes teqez dikare ji bo hilbijartinan tiştekî bike. Divê ti kes xwe ji derveyî xebatan negire. Em di demeke giran de derbas dibin. Dengên ku ji derveyî welat bên, bandorê wê li ser encamê bike. Di derbaskirina bendê de wê rola xwe bilîze. Ji ber vê divê her welatparêz vê hesab bike û rola xwe bilîze. Divê her welatparêz wek komîsyona hilbijartinê tevbigere, bi şev û roj ji bo berhevkirina dengan bixebite.”

DIVÊ XWE BIGÎHÎNIN HER CIHÎ

Her wiha hat diyarkirin ku divê gelê Kurd destûrê nede ku yek dengek biçe ji partiyên pergalê re û wiha pê de çû: “Ji bo vê divê bikevin nava her cureyê hewldanê. Divê bi her kesê hilbijêr re diyalog bê danîn, divê biçin cem her kesî û deng bê xwestin. Divê xwe bigihînin aliyê herî berfireh. Divê em biçin serdana hemû hilbijêran. Divê keseke nemîne.

XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERKEVIN

Yên xwedî li dengên xwe dernakevin xwedî li kevneşopiya xwe jî dernakevin. Dengek gelek tiştî îfade dike. Divê teqez biçin ser sindoqê. Di vî alî de divê hemû endam û dostên me hestiyar tevbigerin. Bila neyê gotin ku ‘ji dengekî tiştek dernayê’. Dengek ji bo me girîng e. Dengek gelek tiştî diguhere. Divê her kes biçe ser sindoqan. Divê piştgiriyê bidin HDP’ê û xwedî li dengan xwe derkevin.

Hemû federasyon, yekîtî, navendên civakî, komele, dergah, mizgeft, civak û meclîs ên di bin banê KCD-E’yê de heta 31’ê Gulanê wê rojeva wan xebatên hilbijartinê be. Ji 8’ê Gulanê heta 31’ê Gulanê wê hemû derfetên di destê me de di asta herî jor de bên bikaranîn. Em di wê baweriyê de de ne ku wê bi hewldana hemû kadro û endamên ew serketin tacîdar be.”