KCD’ê bang li hemû kesî kir ku tevli mîtînga Sêwasê bibin

KCD’ê bang li hemû kesî kir ku tevli mîtînga Sêwasê bibin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê komkujiya Sêwasê de daxuyaniyek da û bagn kir ku hemû aliyên wê tevli mîtînga di 2’ê Tîrmehê de li Sêwasê pêk tê bibin û wiha got: “Em vê komkujiyê ji bîr nakin. Em ji bo armanca van êrîşan vala derxînin û nasnameya wekhev,azad a Elewiyan derxînin holê dê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Komîsyona Kêmar û Baweriyan a KCD’ê der barê salvegera komkujiya Sêwasê de daxuyaniyek da û ji bo mîtîgan ku dê di 2’ê tîrmehê de pêk were bang kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Elewiyên bi sedsalane rastî zext û îmhaya fizîkî tên, bi avabûna komarê re bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû ne. Li aliyekê bi rêgeza ‘laîkbûnê’ rêzdariya li hemberî baweriyan tê vegotin, li aliyê din  polîtîkayên asîmîasyonîst û aliyê din jî dixwazin bi yekbûnê di nava xwe de bihelînin.

Di salên 1970’î de hem kurd û hem jî Elewî rastî êrîşan hatin. Li Mereş, Çorum û Meletiyê komkujiyên hovane pêk hatin.

Mînaka herî hovane ya di hişê mirovan de cih girtiye komkujiya Sêwasê ya ku 20 sal berê pêk hatibû. Li Sêwasê komkujî bi plankirî pêk hat.  Hêzên dewletê û hêzên sivîl yên girêdayê wan komkujî bi hev re pêk anîne. Yên ku ev komkujî raste rast pêkanîn ne, yên ku temaşekirin jî hevkarê vê komkujiyê ne.

Ewladên Civaka Eleweiyan ya ku di komkujiya Sêwasê de hedef hatin nîşandan hişmendiya elewitiyê ne. Bi vê komkujiyê hatiye xwestin ku hişmendî ji holê bê rakirin. Ji ber vê peywira me ya serekeve eve ku ji bo ev komkujî neyê jibîrkirin û armanca vê komkujiyê vala bê derxistin divê em têkoşîna xwe bilind bikin.

Di vê esasê de di 2’ê Tîrmehê de ji bo ku hesab ji kujer bê pirsîn û êşa kesên ku ji dilê me qet derneketiye bibîrbînin ev mîtîn gelek girîge. Em hemû kesî vexwendiyê vê mîtîngê dikin.