Kav: Li dijî faşîzmê mirov bi rihê 14’ê Tîrmehê dikare encamê bistîne

Nivîskar û hevalê têkoşînê yê M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, ku li zindana Amedê li dijî êşkenceyê bi rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan mohra xwe li dîrokê xistin, Fuat Kav got, ‘’Wan bi çalakiya xwe dîrok guherand."

Di ser berxwedana rojiya mirinê ya ku bi pêşengiya M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek re, ku 14’ê Tîrmeha 1982’yan li zindana Amedê dest pê kirî li gel ku 37 sal derbas bûne jî mîna çalakiya berxwedan û lehengiya netewî ya gelê Kurd rê nîşan dide. Wan bi çalakiya xwe tenê dawî li êşkence û zextên li zindana Amedê neanî, her wiha finda têkoşîna azadiya netewî jî pêxistin. Çalakiya wan rê nîşanî bi hezaran ciwanî da û civakek rakir ser piyan. Xetîreya ku wan wê demê pêxistî jê jî ronkahiyê dide.

Yek ji şahide wê demê nivîskar Fuat Kav ku 8 sal jê li zindana Amedê, 20 salan li girtîgehên Tirkiyê mayî li gel M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek yek ji berxwedêrê rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê ye. Kav ku 64 rojan di rojiya mirinê de mayî got, ‘’Xeyî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek, Akîf Yilmaz ji bo ku ji politikaya qirkirinê ya ser Kurdan re bibêjin, ‘raweste’ biryar li ser rojiya mirinê dan.’’

Fuat Kav, bi wesîleya salvegera 37’an a Rojiya Mezin a Mirinê ya 14’ê Tîrmeê ji ANF’ê re axivî.

‘DEMA KU ŞOREŞA KURDISTANÊ BÛ PEL DARBEYA 12’Ê ÎLONÊ PÊK HAT’

Fuat Kav li ser rewşa beriya darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê krîza aborî ya salên 1970’î ya cîhanî bi bîr xist, diyar kir ku li welatên mîna Tirkiyê ev veguheriye kaosê, piştî şoreşa Molayan a Îranê dor hatiye Tirkiyê û li Tirkiyê krîz veguheriye krîza siyasî, êdî desthilatê nema karîbûya mîna berê rê ve bibe. Kav got ji ber vê sedemê rêxistinên cuda yên polîtîk derktin holê, partî û komên çekdar ên ku pêla şoreşger geş bikin biteşe bûn û domand, ‘’Lê tevgera herî girîng û ji bo TC’ê dibû taloke bû tevger PKK’ê. Fikra Kurdistanê tenê bi fikir nedihate ser ziman, her wiha dibû rêxistin û rêxistin dibû çalakî. PKK bû derbirîna vê pêvajoyê. Dema ku şoreşa demokratîk a Kurdistanê û Tirkiyê mînak pêlan geş dibû û nema dikarîbû were rawestandin, darbeya 12’ê Îlonê pêk hat.’’

‘FAŞÎZMA 12’Ê ÎLONÊ BI HÊRSEKE MEZIN BERÊ XWE DA PKK’Ê’’

Li ser armanca darbeya faşîst a 12’ê Îlonê Kav karaktere PKKk’ê bi bîr xist, got  PKK ne ‘mîna tevgereke jirêzê lê mîna  tevgereke şoreşger û jiyana nû derketiye holê. Bi îdelojî, politikaya û projeya xwe ji tevgerên dî pir cuda bû.  Bi vê wateyê, armanc, arestebûn û konsepta ku difikirî cuda bû lê ya girîngtir bûbû ziman, vîna û hêviya vejînnê ya gelê Kurd ku hatibû kuştin û di gorê de hatibû veşartin û bit onan kevir û ax bi ser de hatibû werkirin. Li gorî TC’yê Kurd hatibûn kuştin û hatibûn veşartin. Li gorî PKK’ê jî Kurdê ku hatî kuştin divê were vejandin û dîsa li jiyanê were vegerandin. Ya ku TC’ê nedikarî ragire ev bû. Beriya niha jî hewldanên wiha bûbûn lê ew hatibûn poşmankirin. Heta bi demeke dirêj  jî kesî nediwêrî tiştekî wiha bike. PKK ji bo ku ev wêrekî nîşan da faşîzma 12’ê Îlonê bi hêrseke mezin berê xwe dayê.’’

Nivîskar û yek ji berxwedêrê Berxwedana 14’ê Tîrmehê Fuat Kav got, ‘’Zindana bi Nimroya 5’an bi vê perspektîfê ava bû. Ango Kemalîzm li dijî yên ku wêrek bûn, ên ku dîsa ji ji TC’ê re gotin ‘’raweste’, ên ku serî li cuntaya leşkerî rakirin, ji bo ku ‘hed bide zanîn’ hate avakirin.

Kav bi berdewamî got li gel vê jî ev politîka bi ser nektiye û domand, ‘’Ji bo ku bi ser biketana diviya ên dîl girtibûn ango me teslîm bigirin, diviya serî li me bitewandana, diviya li dadgehan em poşman bikirana û diviya bidana gotin ku careke dî nabe û bidana tobekirin. Lê bi ser neketin. Jixwe ji ber ku bi ser nektin bûne hov, ji bo ku bûn hov bi zalimi tevgierin û ji bo ku bi xwe bidin nişandan bê ka çendî zalim in  împaratoriya tirsê ava kirin. Armanca vê împaratoriyê ew bû ku me hemûyan me bifetisînin, bi tirsê bikin ku em rajêrî wan bibin.

Fuat Kav tenê bi têkbirina tirsê serkeftin pêkan bû, di naveyna tirs û teslîmbûnê de çûn xeleke pêşî ya bi problem bû û bal kişande  ser rola Esat Oktay Yildiran û got, ‘’Di şikandina vê xelekê de ew celad bû ku bi risteke girîng radibû. Hedefa wî ew bû ku vîna girtiyan bişkîne û wan radest bigire. Ev celadê ku avakarê împaratoriya tirsê bû, bi rastî jî nêçîrvanê mirovan bû.’’

Kav bi domdarî got, ‘’Esat Oktay Yildiran, Girtîgeha Nimro 5 Û rastiya darbeya 12’ê Îlonê, bi giştî li dijî nirxên mirovahiyê, bi taybet jî li dijî gewherê gelê Kurd tevgereke qirkirinê bû. Divê ev bi rengekî pir vekirî û zelal were gotin.’’

‘ARMANC QIRKIRINA KURDAN BÛ'

Kav li ser armanca berxwedana 14’ê Tîrmehê got, ‘’Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ji bo ku ji wan tiştan re ku dihatin kirin, ‘raweste’ were gotin, derkete holê. Mirov dikare jê re şikandina hovîtiyê, vîna ku ji kirinên hovîtiyê re dibêje ‘êdî bes e’’. Lê her wiha divê mîna çalakiyeke netewî jî were dîtin. Ji ber ku faşîzma 12’ê Îlonê ne tenê girtî ji xwe re kiribûn hedef. Her wiha di şexsê girtiyan de neteweya Kurd jî kiribû hedef. Gelê Kurd û neteweya Kurd kiribûn hedef û darbe kiribûn. Armanca darbeye di şexsê girtiyan de Kurdan careke dî bêdeng bikin û qira Kurdan bînin. Armanc ev bû.’’

Fuat Kav got sedema ku çalakiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê kirî çalakiya netewî ev bû û domand, ‘’Ango hevalên Xeyrî Durmuş, Kemal îr, Elî Çîçek, Akîf Yilmaz dema ku dest bi rojiya mirinê kirin ne ji bo ku xwe xilas bikin, ne ji bo ji êşkenceya ser wan bibêjin ‘êdî bes e’, ne ji bo ku ji cezayê xilas bibin ev çalakî kirin. Ji bo ku ji polîtikiya qirkirinê ya ser Kurdan re bibêjin, ‘raweste’ ev çalakî kirin. Ji bo rizgariya neteweya Kurd biryara rojiya mirinê standin. Li dadgehê hişkere gotin: ‘’Em ji bo şexsê xwe tiştekî naxwazin. Ji bo me ti daxwazên me nîn in. Em her çi dikin, ji bo ku rizgariya gelê Kurd dikin. Armanca çalakiya me ya rojiya mirinê jî ew e ku li dijî kirinên dijî mirovahî  yên ku di şexsê me de li ser gelê Kurd û Tevgera me tê kirin, ‘raweste’ ye.’’

‘PARASTINA SIYASÎ TÊKOŞÎNA BÛNEWERIYÊ BÛ’

Kav bal kişande ser helwesta Xeyrî Durmuş ku li ser parastinê rawestiyabû û got, ‘’Sedema wê ev bû; bi parastina siyasî dixwest ku dîroka gelê Kurd li belgeyên fermî were nivisîn, dixwest di saziya dewletê de, ango li dadgehê vê bîne zimê, li dijî înkara resmî dixwest bûnereweriya me li holê deyne. Wan bi israr digotin, ‘’Kurd nîn in, neteweya Kurd tine’’, Tevgera Azadiyê bi terorîstî bi nav dikirin. Xeyrî Durmuş jî ji bo ku bibêje, ‘’Na, Kurd hene, Kurd mîna çemekî ji kûrahiya dîrokê heta bi niha hatiye, ev jî delîla wê ye’’ bi israr behsa parastina siyasî dikir. Parastina siyasî her wiha helwestek bû. Parastina siyasî di şertên wê demê de îfadeya helwestekê ya li dadgehê, helwesta li kursiyê ‘bersûc’, li dijî şandeya dadgehê ku ya ku temsîla rejîma 12’ê Îlonê dikirin û mîna celadan bûn, serhildanek bû..Bi qutebirî, li dijî ‘’tinekirinê’’ têkoşîna ‘bûneweriyê’ bû.

Fuat Kav li ser şehîdên 14’ê Tîrmehê Xeyrî Durmuş got, ew rêberê gel û şoreşê bû ku hemû barê gelê Kurd û neteweya Kurd dayî ser milê we û her wiha berpirsyariya Tevgera Azadiyê jî dayî ser milê xwe û li gel vê giraniyê jî, yek kêliyê poşam nebûye lê berevajî gotiye, ‘’em hinekî dî bar hilgirim, bi berpiryarî rabim, em bi berpirsyariya gel rabin da ku em li bara gel peywira xwe bi cih bînin.’’

Derbarê Kemal Pîr jî Fuat Kav got rih û dilê wî, raman û hîsên wî di ber şoreşê de bû, ji bo azadî û mirovahiyê bû. Kav domand, ‘’Ev teqez wiha bû. Heke Kemal Pîr demên berê bijiya, ew ê mîna şowelyeyê mirovahiyê tim têbikoşiya, tim şer bikira bêyî ku raweste. Ji bo ku li ser dil û rihê wî ti gemariyek nebû, dixwest ku her kes jî wiha be.’’

Kav her wiha got Kemal Pîr di heman demê de fermandarekî mezin bûye, peyva wêrekiyê ji bo vegotina wêrekiya Kemal Pîr têrê nake, ew fermandarekî wiha bû yê şoreşger bû ku wêrekî, mêrxasî, egîdî, lehengî bi zanînê, bi ramanê, bi felsefe û teoriye tim qeyîm dikir.

 

Kav li ser Alî Çîçek jî got, ‘’Komunalekî ciwan ê sor, milîtanek û Apoyiyek bû.. Serbilind, bi rihekî zindî, bi ramana xwe li ser piyan, şoreşgerekî wiha tije enerjî bû ku bedena wî dibir her deverê.. Hişmendiya wî ya li ser dijmin kûr bû, rikdar bû, bi xwe bawer bû, dilsozê îdealê xwe û bawermendek bû.

 

Fuat Kav li ser Akîf Yilmaz jî got, ‘’PKK’yiyekî maqûl bû, xwedî hîseke dewlemend bû li ser dadmendiyê, xwedî dinyaya ramana hevpar bû, di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de şoreşgerekî wiha bû ku mîna deryayekê bû. Dilzîz bû lê xwedî cîhaneke ramanê ya wiha bû ku bi hişmendiya xwe dikarîbû kontrol bike. Rihê raman û jiyana hevpar serwerî wî bû. Bi semax û aram bû, pêşî difikirî û piştre diaxivî.  Ji bo vê jî kêm şaşî dikir û tiştên ku digot, bi giştî bi rengekî rast dibû biryar.   Ji bo vê jî pranî lê dihate guhdarîkirin û gotina wî derbas bibû, tim bi asteke ‘makûl’ bû. Şagirtekî Mazlûm Dogan bûn, tim dixwest bibe Mazlûmek û weke wî û mîlîtanek bû ku dixwest wee Mazlûm bibe tov li xaka Kurdistanê. Beriya rojiya mirinê pêşî dixwest bibe Mazlûm, dema ku biryara rojiya mirinê bihîst got, ‘’temam naxwe, em bi hevkarî bibin tov’’. Û wiha bû…

‘DIVÊ MIROV MÎNA XEYRÎ, KEMAL, ELÎ Û AKÎF BE’

Kav bal kişande ser rewşa niha ya  Tirkiyê, ku ne kêmî faşîzma 12’ê Îlonê ye û got, ‘’Divê mirov mîna Xeyrî Durmuş be, mîna Kemal, Elî û Akîf. Ew di dalanên tarî yên deryayan de bi berxwedana mezin bi ser ketin. Negotin dijmin hovîtiyê dike, em nikarin tiştekî bikin. Negotin, cuntaya leşkerî heye, em bi paş ve vekişin, em ê piştre bi ser bikevin. Berovajî, gotin em çendî mezin li ber xwe bidin, çendî rêxistinî bin, çendî zanibin şer bikin, wê ev çend me nas bikin û derfeta têkbirina wan wê ew çendî mezin be. Û ew çar pênc kes bûn, bi neh deh kesan derketin meydanê û gotin, ‘’Va em li vir in, heke ji we tê werin me radest bigirin, tu yê bikaribî ey dijmin?’’ û dest bi rojiya mirinê kirin. Encam bû serfirazî.’’

‘EM DIKARIN ESAT OKTAY YILDIRAN BIRÛXÎNIN’

Nivîskar Fuat Kav got, ‘Li dijî Erdogan- Bahçelî, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî têkoşîn wê wiha be. Ango Kurd û dostên wan, gelên li Anatoliyê û Mezopotamyê wê têbikoşin û serkeftineke mezin bi dest ve bînin, ev teqez e. Ti faşîst, ti dîktator, ti împarator hete hetayê nemaye. Teqez ji hêla hine dî ve hatine tekbirin. Dehak jî, Mussulînî jî, Franko, Sedam, Evnver Sedat jî ji ber xwe ve neçûne. An mêjiyê wan hatine teqandin, an ji piyên wan hatine daleqandin, an hatine darvekirin û çûne ser sergoya dîrokê. Bi îhtîmaleke mezin wê aqûbeta Erdogan û Bahçelî jî mîna vê be. Qanûna gelan, serhildanan, raperînan wiha ye. Baş bi bîra min tê ku Kemal Pîr gotî, ‘Ti siltan, împarator, dîktator ne meşru ye û heta hetayê namîne. Qanûna gelan dijwar e. Dîktatorekî ku Li ser desthilatdariyê pir xurt xuya dike, rojeke dî dikare birûxe.’’

Bi bîra min tê ku Xeyrî Durmuş jî gotî, ‘’Li vê hovîtiya Esat Oktay Yildiran nenerin. Em dikarin wî birûxînin. Heke rojiya mirinê bi ser bikeve, ew nikare li van deran bimîne.’’ Bi rastî jî piştî rojiya mirinê ya bêhempa împaratoriya tirsê ya ku wî ava kirî jî nikarîbû wî xilas bike. Wiha bi navê tayinê hate şandin, piştre em hemû bi dawiya wî dizanin..