Katircioglû: Desthilatdarî bi vîrusê re têk çû

Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku desthilatdarî pareke mezin a budçeya xwe dide şer û bi koronavîrusê re têk çûye.

Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû bandorên ekonomîk ên şewba Covîd-19’ê ji ANF’ê re nirxand.

‘JI BER EKONOMIYÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE NAYÊ RAGIHANDIN’

Katircioglû diyar kir ku çavkaniyên di destê hikumetê de li ber qedandinê ye û got ku “Yan divê Bankaya Navendî pereyan çap bike yan jî divê ji IMF’ê deyn were stendin. Li Tirkiyeyê ji xwe krîzeke ekonomiyê hebû û bi ser de ev şewb hat. Hikumet heke qedexeya derketina derve ragihîne wê meaşê karkerên ku ew ê nexebitin, wekî welatên din ji bêrîka xwe bide. Ji ber vê jî cesaretî vî tiştî nekir. Ji ber ekonomiyê bi lez tevdîr nehatin stendin. A niha ekonomiya Tirkiyeyê nikare tevdîran hilgire. Sala borî 140 milyar tl budçe kêm derket û îsal ew ê ev rêje zêdetir be.

Serokkomar herî dawîn got me alîkarî daye Îtalya û Îspanyayê û piştre nimreya ÎBAN’an dide. Ev nabe. Him tu yê bibêjî ez alîkariyê didim welatên girîng û him jî parsa pereyan dike. Niha jî dibêjin em têra hev dikin? Tirkiye ji derve pereyan nestîne, nikare aboriya xwe bidomîne. Wekî Venezuellayê dibe ku ji bo Tirkiyeyê jî IMF were rojevê.”

BUDÇE JI BO ŞER HATE XERCKIRIN

Katircioglû diyar kir ku desthilatdarî pareke mezin budçeyê ji bo şer xerc kiriey û got ku “Hikumetê budçeya xwe bêtir daye ewlekarî, diyanet û wezareta perwerdehyiê. Ev jî diyar dikeu desthilatdariya xwe bi çareseriyên demdemî bidomînin. Heta ku budçe neyê guherandin, nikarin ji nav vê krîzê derkevin. Divê budçe ne ji bo Kanal Stenbolê, ji bo tevdîrên li dijî vîrusê were bikaranîn. Di heman demê de desthilatdariyê di vê serdema krîtîk de ji xwe re firsendek bi dest xist, qeyyûm li ser şaredariyên HDP’ê peywirdar kir û hesanên şaredariyên CHP’ê jî bloke kir. “

Katircioglû diyar kir ku ev şewb têkiliya xwe bi kapîtalîzmê heye û hevsenga dinyayê hatiye xerabkirin. Katircioglû got ku “Li hemberî kapîtalîzmê divê em modelên kooperatîfan bibînin. Avadaniyeke me ya hevgirtinê heye û divê ev avadanî wekî vîzyonekê were nirxadin. Ji bo ku em encamên baş hilberînin divê em bêtir bibin demokrat û gun bidin pirsgirêkên mirovan.”