Katî Pîrî: Demokrasî ne dengdan e, hejmartina dengan e

Raportora Parlementoya Ewropayê ya li Tirkiyeyê derbarê hilbijartina li Tirkiyeyê peyameke ne yekser da.

Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê twîtterê gotina nivîskar Tom Stopppard a ku dibêje ‘Demokrasî ne dengdan e, hejmartina dengan e’ belav kir.

Raportor Katî Pîrî di peyameke xwe ya di 1’ê Nîsanê de jî ji ber dengê xwe yê stratejîk HDP pîroz kiribû. Katî Pîrî wêneyekî xwe yê bi Hevşaredarê Mêrdîn Ahmet Turk re belav kiribû û gotibû “HDP’ê bi dengê xwe yê stratejîk şaredarî careke din bi dest xist ên ku di sala 2016’an de hatibûn desteserkirin. Li Mêrdînê li Ahmet Turk pîroz be.”

Katî Pîrî di peyameke xwe ya di 1’ê Nîsanê de gotibû “Şeva borî derket holê ku li Tirkiyeyê stûna demokrasiyê hê jî zindî ye. Pirsa stratejîk ev e, gelo wê serfiraziya mûxalefetê bi awayê fermî were naskirin an na?”