Katalan li gel astengiyan di "Deklerasyona Serweriyê" de biryardar in

Katalan li gel astengiyan di "Deklerasyona Serweriyê" de biryardar in

Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, “deklerasyona serweriyê“ ya Katalanan, ku di 23’ê Çileyê de ji aliyê Parlamenta Rêveberiya Xweser a Katalonyayê ve hat pejirandin, rawestand.

Dadgeha destûra bingehîn, ‚dijderketina hukûmeta navendî ya Spanyayê ya li dijî deklarsyona mijara gotinê pejirand û bicihanîna deklarasyonê rawestand.

Dadgehê di vê derbarê de ji Parlamenta Rêveberiya Xweser a Katalonya xwest, îtiraza xwe di nava 20 rojan de bike.  

Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Artur Mas li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, yekemcar e tê dîtin Dadgeha Destûra Bingehîn biryareke siyasî ya parlamentê betal dike. Mas ev biryara dadgehê weke „Biryarek rê li ber gelek fikar û gumanan vedike“ bi nav kir.

Mas got, „Emê tiştekî ranewestînin, li gel hemû astengiyan emê di rê xwe de dewam bikin“ û destnîşan kir, ku ewê bi biryardarî referandûma diyarkirina çarenûsa xwe ya sala 2014’an pêk bînin.

Maf, di destpêka hefteyê de lîderên partiyên siyasî yên li Katalonyayê li hev kom kiribû û ji bo pêkanîna referandûmê diyaloga navbera partiyên din, dabû destpêkirin.

Di vê navberê de, Parlamenta Rêveberiya Xweser a Katalonyayê, ji bo pêvajoya referandûma diyarkirina çarenûsa xwe bişopîne, biryar da li parlamentê komîsyonekê ava bike.

Li dû biryara rawestandinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn, di dengdana li parlamentê ya ji bo avakirina komîsyonê de, ji 153 parlamenteran 106 dengên erê bikar anîn û ev biryar hat pejirandin.