Karvanê diçû goristana gêrîlayan hat astenkirin

Karvanê diçû goristana gêrîlayan hat astenkirin

‘Şehîdgeha’ ku li gundê Olek yê ku 10 km ji navenda Bedlîsê dur ya gêrîlayên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn, ji bo anîna cenazeyên 10 gêrîlayên PKK’ê, karvanê ji 30 maşîneyan pêk dihat ketibû rê rastî astengiya polîs û leşkeran hat. Polîsan jî êrişî rojnamevanan kirin û berê çekên xwe dan wan, li wan gef xwarin.

Kervanê ku ji 30 maşîneyan pêk dihat ji bo cenazeyên gêrîla ji goristanê bigirin ketibûn rê, li ser rêya Bedlîs-Amed, ji aliyê hejmarekî mezin ya maşîneyên bi zirxî û endamên tîma teybet ve hatin sekinandin.

Di dema ku niqaşên di navbera karvan û hêzên dewleta Tirk de derketînd de, nûçegihanê Bedlîsê yê DÎHA’yê Sinan Aygun û nuçegihanekî din yê Swêdî ku navê wî nehat zanîn dema xwestin dîmenan bigirin, ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin.

Li ser vê yekê cardin dema nîqaş derketin, polîsekî ku ji nava komê derketî bi gotinên weke “hun girêdayî zagonên wî welatî ne û zagon jî emîn” bi ser rojnamevanan de çû. Berê çekên xwe dirêjî rojnamevanan kirin û gef li wan kirin. Bi ketina navberê ya BDP’yan bûyer bi dawî bû.

Piştre cardin girseyê rêya xwe ya berbi gundê Olek ve berdewam kir.

Nûçegihanê DÎHA’yê Sinan Aygul, di oparasyonên doza KCK’ê ya Tetwanê de hatiye girtin û piştî ku 19 mehan li girtîgeha Muşê ya Tipa E mayî şunde, 10 sal û 3 ceza lê hat birîn. Piştî ku Aygul hatiye berdan jî bi gelek astengiyên cuda cuda re ru bi ru dibe û diyar kir ku li rasta kiryarên polîsan yên sucdarkirinê jî tê.