Kartal: Konferans îlankirina hevkariya hêzên demokrasiyê ye

Kartal: Konferans îlankirina hevkariya hêzên demokrasiyê ye

Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal di vekirina Konferansa Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Ewropayê ya li Brukselê pêk tê axivîû got ev konferan ne hevdîtinek, îlankirina hêzên demokrasiyê yên Ewropayê ye.

Konferansa ku dê du rojan li Brukselê bidome, di beşa wê ya yekemîn de piştî dîvana hat avakirin şûnde li ser navê berprisên konferansê  Remzî Kartal axivî û sedema pêkanîna konferansê vegot.

JI RAKIRINA POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê..

 Kartal da zanîn ku pêvajoya bi însiyatîfa Ocalan hatiye destpêkirin, ji bo pêngava yekemîn tevgera kurd pêngavêên pêwist avêt û wiha got: “Niha em di pêvajoya duyemîn de nebe. AKP divê sererastkirinên qanûnî bike.

Kartal balkişand ser berxweda Parqa Gezî û kesekî sivîl yê li Licê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Di alî me de em wek tevger vê rewşê qebûl nakin. Ji bo rakirina polîtîkayên hikûmeta AKP’ê têkoşîneke hevpar divê.”

EV PÊVAJO BI BAWERIYA AKP’Ê DEST PÊ NEKIR

Kartal wiha berdewam kir: “Divê ev baş bê fêm kirin. Bi AKP’ê bawerî nehatiye kirin û pêvajoyê destpê nekiriye. AKP’ê ji neçarî ketiye pêvajoyê.

Qezenca azadî û demokrasiyê ji her demê zêdetir e. Di vê pêvajoyê de divê têkoşîn azadî û demokrastiyê baş bê rêxistin kirin. Ji bo vê jî serok Apo 4 konferans pêşniyar kir. Îradeya hevpar ya di van koferansan de derdikeve holê dê îradeya hevpar ya gelên me temsîl bike.

Roleke stratejîk ya gel me yê Ewropayê heye. Ji bo ku li hikûmet AKP’ê zextên rayagiştî ava bike, divê muxalefet xwe rêxistin bike. Rêber Apo ji serê têkoşîna azadiyê het aniha pirsgirêka kurd, pirsgirêka ne demokratîkbûna Tirkiyeyê girtiye dest û çareseriya pirsgirêka kurd wek demokratîkbûna Tirkiyeyê dibîne. Ocalan çareseriyê ne tenê bo gelê kurd, bo hemû azadiya gelan digire dest.

HER KESÊ BI PERGALÊ RE PIRSGIRÊKÊ DIJÎ

Kartal  got pirsgirêka her kesî bi vê pergalê re heye û got divê hemû astengî rabin û makeqanûneke ku adîlane û wekhev bê avakirin. Kartal wiha got: “Divê hemû gel bi zimanên xwe perwerdê bibînin, her kes bi baweriya xwe îbadeta xwe bikin, bi baweriyên xwe azad bijîn. Rojeveke sereke ya konferansa me eve.

CIVAKA ÇAWA BIXWAZE DÊ WISA BIJÎ

Kartal got civak çawa bixwaze dê wisa bijî û wihagot: “Ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayîn de pêk were divê dest ji polîtîkayên înkar û redê bê berdan. Divê komîsyoneka lêgerînê ya heqîqetê bê avakirin.”