Kartal: Gelê me heta agahî ji Ocalan bigire wê çalakiyan bidomîne

Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin di roja 30’an de ye. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, anî ziman ku heta ji Ocalan agahî bigirin wê çalakiyên xwe bê navber dewam bikin.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna 63 saziyan ku 23’ê Cotmehê li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê (CPT) û Konseya Ewropa (KE) bi daxuyaniyekê hatibû destpêkirin, di roja 30’an de ye. Kurdên ku tevî şertên giran ên zivistanê jî diyar kir ku wê çalakiyên xwe bidomînin, îro li pêşiya CPT’yê xeleka ji mirovan çêkirin, mîtîngek girseyî lidarxistin û daxwaza xwe ya ‘Ji Ocalan re azadî’ dubare kirin.

Çalakiya ku nêzî hezar kes tevlî bû, posterên Ocalan hate hildan, dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qîrkkirin. Di çalakiyê de bang li saziyên Ewropa hate kirin ku erkên xwe bi cih bîne.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Hacî Ehmedî, Hevberdevkê HDK-E’yê Demîr Çelîk, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Nûnerê ESP’ê Ziya Ûlûsoy, Serokê berê y Partiya Rizgariya Ji Nû ve Sosyalîst Tûncay Yilmaz, Nûnerê Partiya Şoreşger a Ewropa Farûk Aydin, nûnerên MLKP, ATÎK,nûnerê Partiya Çep a Kesk a Ewropa Mehmet Cengîz, Ji Nûnerên HDK Ewropa FAîk Yagizay, Heşaredarê Cizîrê Leyla Îmret, Sekretera BES Meryem Çat, Hunermend Ozan Emekçî, nûnerên Saziyên Êzidiyan û CÎK’ê tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin hate goitn ku heta agahiyek ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bi heman biryardariyê dewam bikin.

 ‘BILA HEYETEK BIÇE ÎMRALÎ’

Li vir ewilê Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal mafê axaftinê girt, diyar kir ku gelê Kurd banga xwe ya ji bo rêveberên CPT’yê dewam idke û got: “Gelê me tevî hemû şert û mercên giran û dijwar li pêşiya avahiya CPT’yê û Konseya Ewropayê (KE) çalakiya xwe dewam dikin. Ji hemû welatên Ewropayê gelê me berê xwe daye vir. Em dixwazin balê bikişînin ser rewş û ewlehiya Rêber Apo, em dixwazin agahiyek bi tendurist û pêbawer a têkildarî Rêbertiya me bê dayîn.Em li benda bersivekê ne. Mixabin heta niha ne rêveberên CPT’yê û ne jî rêveberên KE’yê ti bersivek nedaye gelê me. Îro li hemû cîhanê gelê me daxwazên xwe qîr dike. Tişta em ji CPT’yê dixwazin ew e ku heyetekê bişîne Îmraliyê û têkildarî van fikaran agahiyek parve bike.

‘OCALAN XETA SOR A GELÊ KURD E’

Kartal destnîşan kir ku wê çalakiya 23’ê Cotmehê hatibû destpêkirin dewam bike û wiha pêde çû: “Heta ku em bersivek bigirin û gelê me pê bawer bike wê ev çalakî bi hemû biryardarî dewam bike. Ev mafê me yê demokratîk e û em vê tînin cih. Berpiryariya rêvberiyan heye ku besivekê bide me. Jiyan, tenduristî û azadiya Ocalan xeta me ya sor e. Divê her kes vê wisa bizane. Gelê me bi çalakiyên xwe yên salan ev daye îsbatkirin. Îro jî di pêşengtiya jin û ciwanan de ev çalakî dewam dike. Ev çalakiya bi piştgiriya Kurd, Tirkiyeyî û dostên me hatî destpêkirin, 30 roj li pey xwe hişt, wê hê jî dewam bike. Ji ber ku Abdullah Ocalan ne ji bo Kurdan tenê ji bo hemû kirîzên Rojhilata Navîn çareserî ye. Divê saziyên Ewropî vê wisa bigire dest.”

 ‘NIKARIN ME JI RÊBERTIYA ME QÛT BIKIN’

Endama Amedekariya Çalakiya Strasboûrgê Medya Botan jî diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan pir aliye û wiha got: “Tecrîd û pêkanîna li ser Rêber Apo tê kirin, di heman demê de li ser me ye jî. Ji ber vê çalakiya me ya ku ev meheke dom dike, bersivnedana rêveberên Ewropa ya heta niha, dide nîşandan ku hevkarên vê pêanînê ne. CPT û KE’yê çi dikin bila bikin, nikarin me ji Rêbertiya me qût bikin. Divê her kes vê bizane. Dîroka gelê Kurd bi mînakên wiha tijî ne. Di sala 1999’an de ciwanên Kurd bendenên xwe kirin mertal. Îro jî divê êrîşên li ser Rêbertiya me û nirxên me divê bên rawestandin.”