Kartal: Dewleta Tirk di nav tirseke mezin de ye!
Hevserokê KONGRA-GEL Kartal li pîrozbahiya Newrozê ya Aachenê axivî û got, "Dewleta Tirk a mêtinger, li bara destketiyên tevgera azadiya Kurdistanê bi tirseke mezin e."
Hevserokê KONGRA-GEL Kartal li pîrozbahiya Newrozê ya Aachenê axivî û got, "Dewleta Tirk a mêtinger, li bara destketiyên tevgera azadiya Kurdistanê bi tirseke mezin e."
Pîrozbahiya Newrozê ya ku ji hêla Mala Gel a Kurd a Aachenê ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di pîrozbahiyê de axivî, Newroz li gelê Kurd pîroz kir û şehîdên Newrozê bi bîr anî. Kartal got, giyanê Newrozê yê ku ji berê ve tê, niha li Efrînê didome.
Kartal got mêtingeriya dewleta Tirk li bara destketiyên Kurdan bi tirseke mezin e û wiha domand: "Dewleta Tirk a mêtinger li bara destketiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn, bi tirseke mezin e. Ji ber vê tirsê heta niha li dijî Şoreşa Rojava tiştê ku ji dest hat texsîr nekir. Dewlet hemû derfetên xwe bi kar tîne, ji bo ku moralê gelê Kurd bişkîne şerekî mezin dide. Di vê mijarê de divê gelê me zanibe li raya giştî ya cîhanê tabloyeke pir vekirî heye. Gelên cîhanê, kedkar, demokrat, jin, li rex berxwedana Efrînê ne."
Kartal bi berdewamî bal kişande ser têkiliyên Tirkiyeyê û Elmanyayê û got, dewleta Tirk pêşengiyê ji zextên dijî Kurdan re dike. Kartal bal kişande ser hevkariya leşkerî û siyasî ya di navbeyna Tirkiyeyê û Elmanyayê de û dewletên ku li bara qirkirina dijî Kurdan bêdeng in şermezar kir.
Kartal got, xeleka ku li dor Kurdan tê pêçan wê bi têkoşînê were şikandin.