Kartal: Çareserî rêya sêyemîn e

Hevserokê KONGRA GEl Remzî Kartal got, "Çareserî, ne darbeya sivîl a Erdogan e, ne jî hewldana darbeya leşkerî ye. Çareserî rêya sêyemîn a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, yanî têkoşîna demokrasiyê ye."

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, hewldana darbeya leşkerî ya duh rû da, ji ANF'ê re nirxand.

Kartal da xuyakirin, ku hewldanên bi vî rengî wê pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nekin û got, "Li Tirkiyeyê, ji xwe darbeya sivîl dest daniye ser rêveberiyê. Erdogan, vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê tine hesiband. Medya, dadgerî û parlament tevizand û bi rêbazeke rêveberiya darbeyê, Tirkiye xist nava hilbijartinên 1'ê Mijdarê. Bi vê darbeyê xwe ji nû ve kir desthilatdar."

'LI DIJÎ DARBEYA SIVÎL A ERDOGAN HAT KIRIN'

Kartal diyar kir, ev darbeya leşkerî li hemberî darbeya sivîl a Erdogan hatiye kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bêguman yekane rêya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê, afirandina rewşek ji vîna gel, azadî û demokrasiyê ye. Heta ku azadî û demokrasî serdest nebe û vîna azad a gel dernekeve pêş, wê bi darbeyên siyasî û leşkerî pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nebin û krîza civakî ya heyî nikaribe ji holê were rakirin. Li hemberî vê hewldana darbeya leşkerî, divê Erdogan û yên pê re tevdigerin weke hêzeke demokrasiyê neyên nîşandan."

'ÇARESERÎ, TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YE'

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li dijî darbeyên leşkerî û sivîl bang li gelan kir, ku têbikoşin û got, "Alîgirên azadî û demokrasiyê, dijberên faşîzm û darbeyên leşkerî û sivîl, divê vîna gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xurt û mezin bikin. Girîng e kes ji vê armancê şaş nebe. Çareserî, Erdogan û tifaqa wî ya darbeya sivîl nîne. Çareseriya bingehîn, xurtkirina eniya demokrasiyê ya yekbûyî ya gelan e. Çareserî, ne darbeya sivîl a Erdogan e, ne jî hewldana darbeya leşkerî ye. Çareserî rêya sêyemîn a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, yanî têkoşîna demokrasiyê ye."