Karşiyaka 3 şehîdên xwe hembêz kir
Cenazeyên endamên GYK a EMEP’ê Korkmaz Tedîk û Sevgî Oztekîn û Uygar Coşkun ên di komkujiya Enqereyê de şehîd ketin piştî merasîma li Batikent li Goristana Karşiyaka spartin axê.

Bi hezaran kes ji bo şehîdên aştiyê li derketina metroya Batikent kom bûn. Bi hezaran kesên dirûşmên, "Hêrsa dayikan wê qatilan bifetisîne”, "Qatil Erdogan wê hesab bide gel", "Şerê Qesrê rondikên dayikan" qîr kirin ber bi Mala Cem a Batikent meşiyan.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên tevlî merasîmê bûn ji malbatan re sersaxî xwestin. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û parlamenterên HDP’ê jî tevlî merasîmê bûn.
Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan di merasîmê de axivî û got ku komkujî li hember kesên demokrasî, azadî û aştî dixwestin pêk hatiye.
Bav Erdogan Çelîk got: "Em van senaryoyan ji Kerbela, Mereş, Sêwas û Pirsûsê dizanin. Me li Soma û Taksîm dît. Wê nikaribin çavên me bitirsînin. Eger em bibin yek wê demê wê êşên me sivik bibin.”
Şehîdên aştiyê Tedîk, Oztekîn û Coşkun piştî li gor rêûresma Elewiyan birin Goristana Karşiyaka.
Bi hezaran kesên li goristanê ji bo şehîdan rêz girtin, bi dirûşman şehîdên aştiyê ber bi bêdawîbûnê ve bi rê kirin.
Hevrêyên Korkmaz Tedîk behsa têkoşîna jiyana Tedîk kirin û gotin: “Em ê têkoşîna wê ya fedakar ji bîr nekin.”
Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.