Karkerên li Iraqê li dijî DAIŞ'ê radihêjin çekan
Karkerên li Iraqê li dijî DAIŞ'ê radihêjin çekan
Karkerên li Iraqê li dijî DAIŞ'ê radihêjin çekan
Li gorî raporeke navxweyî ya Federasyona Konsey û Sendîkayên Karkeran ên Iraqê (FWCUI), karkerên li Iraqê ji bo xwe û febrîkeyên xwe li dijî êrîşên DAIŞ'ê û rejîma Iraqê biparêzin, radihêjin çekan.
Organa çapemeniyê ya Konfederasyona Sendîkayên Karker a Swêdê (LO) rojnameya 'Arbetet', ku xwe gihandiye raporê û beşek jê weşandiye, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hin wargeh dagir kirine gelek febrîqe hatine girtin, li cihên kar ên hilberîn lê dewam dikin jî karker nikarin heqdestên xwe bistînin û hin kargeh ji aliyê karkeran ve hatine dagirkirin.
Hat ragihandin ku li bajarê Beîjî yê 200 kîlometre li bakurê Bexdayê ye, 1 600 karkerên li febrîqeyeke zibil a kargeha bi navê 'Northern Fertilizers Company' dixebitin, ji ber ku ev 4 meh in nikarin heqdestê xwe werbigirin dest danîne ser febrîqeyê û ji bo febrîqeyê li hemberî êrîşên gengaz biparêzin, rahiştine çekan. Di raporê de hat diyarkirin ku dagirkirina febrîqeyê û hilgirtina çekan li gelek deverên welêt tê dîtin û hat destnîşankirin ku dagirkirina febrîqe û kargehan bi taybetî li Beîjî û Sammarra tê kirin.
Federasyona Konsey û Sendîkayên Karkeran ên Iraqê (FWCUI) ku rewşa karkerên li Iraqê kiriye rapor, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Mûsilê dagir kirin bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ew li dijî dagirkeriya DAIŞ'ê ne. FWCUI her wiha polîtîkayên rêveberiya Malîkî yên mezhebî, polîtîkayên DYA yên emperyalîst bi zimanekî tund rexne kiribû.