Karker û Kedkar li Beşîktaş û Şîşlî kom dibin

Karker û kedkar ji bo ber bi Taksîmê ve bimeşin lli Beşîktaş û Şîşliyê dest bi kombûnê kirin. Serokên Konfederasyon û odeyan bi dirûşmeya "Bijî Yek Gulan" ketin nuqteyên kombûnê.

Karker û kedkar ji bo ber bi Taksîmê ve bimeşin lli Beşîktaş û Şîşliyê dest bi kombûnê kirin. Serokên Konfederasyon û odeyan bi dirûşmeya "Bijî Yek Gulan" ketin nuqteyên kombûnê.

Karker û kedkarên ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê ber bi Taksîmê ve bimeşin li Qada Beşîktaş û li ber avahiya DÎSK'ê ya Şîşliyê dest bi kombûnê kirin.

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkesoglu, Serokê Giştî yê TMMOB Mehmet Soganci, Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Huseyîn Demîrdîzen, Hevserokê Giştî yê KESK Lamî Ozgen berî meşa li Qada Beşîktaşê hatin qadê.

Sendîkavan û nûnerên odeyan bi dirûşmeya "Bijî Yek Gulan" qetin qadê. Li qadê dirûşmeyên "Taksîm qada Yek Gulanê ye" û "Yekîtiya Karkeran dê sermayeyê têk bibe" tên berzkirin.

Kanî Beko 1'ê Gulana kesên li qadê pîroz kir û got, "Ji we hemûyan re roj baş. Ez 1'ê Gulana hemû kesî pîroz dikim."

Li Şîşliyê de karker dest bi kombûnê dikin

Li Şîşliyê jî karker û kedkar ji bo meşê dest bi kombûnê dikin. Komek karkerên li ber avahiya DÎSK'ê ya Şîşliyê hatin cemhev dirûşmeyên "Bîjî Yek Gulan" û "Em dê bi berxwedanê qezenc bikin" berz dikin.