Kargeha Rheinmetall wê li Berlîn û Dusseldorfê bê şermezarkirin

Li dijî Kargeha Rheinmetall ku çekan difiroşe dewleta Tirk û bi vî rengî destekê dide şerê li dijî Kurdan, wê 5'ê Gulanê li Berlîn û Dusseldorfê meş û xwepêşandanên protestoyî bên kirin.

NAV-DEM'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û ji bo meş û xwepêşandanên girseyî banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hate gotin, "5'ê Gulanê wê fîrmaya çekan a Elman kargeha Rheinmetall bê meşan were şermezarkirin.

Di şerê demdirêj ê Tirkiyeyê de yê ji bo tinekirina Kurdan, Elmanya her tim li cem Tirkiyeyê cih girtiye.

Di şerê Efrînê de jî Elmanyayê li nêzî Tirkiyeyê cih girt û bû welatê sereke yê Ewropayê ku destek da vî şerî. Tankên Elman li Efrînê li dijî sivîlan hatin bikaranîn. Tevî nerazîbûnan jî Elmanya xwe nade ber pêkanînên li dijî Tirkiyeyê. Li şûna ku hikumeta Elman di nava NATO'yê de vê êrîşa dagirkeriyê şermezar bike, hikumeta Merkel bû hevparê sûcên dewleta Tirk û vê hevpariya xwe hê didomîne.

Dema ku dewleta Tirk êrîş dibir ser Efrînê, hikumeta Elman tenê 20 rojan bi buhayê 4.4 milyon dolarî çek û cebilxane firot dewleta Tirk. Bi rengekî hêsanî û bê astengî ev çek radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Yên ku ev çek firotine dewleta Tirk bûne hevparê vî sûcê giran."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikumeta Merkel ne li ser rêya rast e û ne ya qebûlkirinê ye ku çek ji dewleta Tirk re bên firotin.

Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hate gotin, "Em ji hikumeta Elmanya dixwazin ku il cem mexdûran cih bigire. Yên ku mafên wan hatine binpêkirin û mexdûr bûne Kurd in. Lewma divê hikumeta Elman helwestek ku alîgirê Kurdan e nîşan bide. Yên zarokên wan, malbatên wan tên kuştin Kurd in. Û ev yek bi desteka çekan, madî û siyasî ya hikumeta Elmanyayê tê kirin.

Ji ber vê yekê divê em berxwedana xwe geş bikin. Hem li parlamentê hem jî li derveyî parlamentê divê em zexta xwe ya li ser hikumeta Merkel zêde bikin û bikin ku dest ji 'hevrêtiya xwe ya bi Erdogan re' bîne.

Meş û xwepêşandanên protestoyî yên 5'ê Gulanê li dijî Kargeha Rheinmetall bên lidarxistin ji aliyê gelek saziyên dost, dijberên şer û alîgirên aştiyê ve tên organîzekirin. Em bang li hemû pêkhate û gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin."

Li gorî daxuyaniya NAV-DEM'ê dem û cihê çalakiyan:

"Ji bo eyaleta Nordrhein Westfalenê wê 5'ê Gulana 2018'an saet 11:30'î li navnîşana DGB-Haus/Friedrich- Ebert Str./Dusseldorf'ê dest pê bike.

Li Berlînê wê 5'ê Gulana 2018'an saet 15:00 li navnîşana S/U Westhafen- Platz/ MOA Bogen dest pê bike."