Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê dewam dike

Li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li bajarê Lyonê civîneke gel hate kirin. Li Parîsê jî bi konvoyeke ji dehan wesayitî tûr hate avêtin.

Li bajarê Lyon ê Fransayê, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civîneke gel hate kirin. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê dest pê kir.

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Ozdal Uçer li civînê axivî û li ser karê hilbijartinê agahî da. Uçer got, divê ew reşbîn û bêhêvî nebin û got, "Li Lyonê 70 hezar dengdêr hene. 40 ji sedî yên van dengdêran dengê xwe didin. Divê kesên ku dengê xwe nadin jî bên îqnakirin ji bo dengê xwe bidin." Di dawiya civînê de bernameyek li ser karê hilbijartinê hate amadekirin.

PARÎS

Li herêma 95'an a Parîsê jî, bi dehan wesayitî konvoya hilbijartinê ya HDP'ê hate amadekirin. Konvoy bi afîşên Selahattîn Demîrtaş û alên HDP û HDK'ê li herêmên Villiers-le-Bel, Pierrefitte-sur-Seine, Garges-Sarselles, Stain û Arnouvilleyê geriya. Gera konvoyê piştî 2 saetan li Villiers-le-Belê qediya.