Karayilan: Berxwedana Serêkaniyê plan pûç kir

Karayilan: Berxwedana Serêkaniyê plan pûç kir

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan bal kişand ku dewleta Tirk zemîna Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ji holê rabike û destnîşan kir ku berxwedana YPGê ya li Serêkaniyê vê planê pûç kiriye. Karayilan got: “Planên wan ew bûn ku piştî Serêkaniyê bikevin Dirbesiyê û herêma Cizîrê û van deveran bi dest bixin. Berxwedana YPGê girîng bû. Vê planê rawestand. Rê neda vê plana dewleta Tirk dixwest bi rêya van komên çekdar bixe dewrê.”

Serokê Desteya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan di bernameyek taybet a ku doh êvarê di Stêrk Tv de hate weşandin de bûyerên li Rojavayê Kurdistanê nirxand. Karayilan got ku li Sûriyeyê yên ku herî zêde li rastî zilm û zextên rejîm hatine Kurd in.

Karayilan ku bi bîr xist ku beşek din a civakê vê zilmê dîtiye, got: “Lê ev teqez e ku yên ku herî zêde zilm dîtin gelê Kurd e.” Karayilan got ku muxalefeta Sûriyeyê bi xwepêşandanên siyasî dest bi pêvajoya siyasî kiriye û wiha pê de çû:

“Piştre veguherî pevçûna çekdarî. Gava veguherî muxalefeta çekdar, her du aliyan dest bi şer kirin, Kurdan gotin ku em têkoşîna çekdarî nameşînin û em muxalefeta siyasî dimeşînin. Em parçeyek ji muxalefetê ne, ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoşin. Em li Sûriyeyek demokratîk Kurdistana Xweser dixwazin. Em parçeyek a Sûriyeyê ne, lê em beşdarî têkoşîna çekdarî nabin. Bi vî awayî Kurdan li gorî berjewendiyên xwe têkoşîna siyasî meşand. Lê li vir têkoşîna çekdarî gihihşt ber deriyê wan. Lê wana jî di nava xwe de xwe amade kirine. Hêzên parastinê ava kirine, ango ev yek ji tecrubeyan tên. Xwe di asteke diyar de bi rêxistin kirine. Dema muxalefeta çekdar navçeyên Helebê bi dest xist, Kurdan jî herêmên xwe xistin destê xwe.”

‘AKP LI DIJÎ WÊ YEKÊ YE KU KURD BIBIN XWEDÎ STATU’

Karayilan da zanîn ku armanca Tirkiyeyê ew e ku rê nede ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê statuya xwe bi dest bixe û diyar kir ku ji bo vê yekê di serî de zextê li ser muxalefeta siyasî ya Sûriyeyê dike. Her wiha got ku koma êrîşê Serêkaniyê kir Xurrabe El Şam a Selefiyan bû û destnîşan kir ku Tirkiye hemû alîkariyê dide vê komê. Karayilan da zanîn ku koma din jî Zebtil El Nasra ye û wiha domand: “ Ev koma duwemîn jî li ser xeta El Qaîdeyê dimeşe. Ev her du kom ketin Serêkaniyê, Kurdan xwe têkel nekir, li taxa xwe rûniştin. Bi hêzên rejîmê re pev çûn, hêzên rejîmê ji wir derketin. Piştre êrîşê Kurdan kirin. Kurdan diyalog pêş xistin. Heta Serokê Meclîsa Bajar a Serêkaniyê ji bo rawestandina pevçûnan çû, û wî jî kuştin.

Karayilan da zanîn ku dijminahiya Kurdan aşkere bûye û got ku ev rewşeke wiha li Efrîn û Helebê jî rû dabûn. Karayilan êrîşa li Serêkaniyê jî wiha nirxand: “Vê carê komên çekdar bi piştgiriya Tirkiyeyê, hemû wesayitên wan, bi çekên wan tên li Serêkaniyê şer dikin û êvarê diçin Tirkiyeyê û bêhna xwe didin. Sînor nemaye. Biryargeha xwe li Serêkaniyê (ya Bakûrê Kurdistanê)daniye.”

Serokê Desteya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan ku diyar kir ku ev têkilî li ser esasê dijminahiya Kurdan hat avakirin, got: “Jixwe ew bi xwe dibêjin, Em bi Tirkiyeyê re hemû tiştê wek hev nahizirin. Lê Tirkiye piştgirî dide, Tirkiye jî we nexwaze, ji ber vê jî em jî we naxwazin.” Karayilan bal kişand ku dewleta Tirk zemîna Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ji holê rabike û destnîşan kir ku berxwedana YPGê ya li Serêkaniyê vê planê pûç kiriye. Karayilan got: “Planên wan ew bûn ku piştî Serêkaniyê bikevin Dirbesiyê û herêma Cizîrê û van deveran bi dest bixin.

Karayilan ragihand ku hukûmeta AKPê ne tenê destek û alîkariyê dide hêzên çekdar û got ku wana bi destê xwe çekdar dike. Karayilan da zanîn ku têkiliyeke pir payebilind heye û destnîşan kir ku AKP van bûyerên li vir diqewimin ji civaka Tirkiyeyê vedişêre.

‘HÊZÊN YPGÊ BERXWEDANEK GIRÎNG PÊK ANÎ’

Karayilan bal kişand ser binketina hêzên çekdar ên destekê ji Tirkiyeyê digirin a li Serêkaniyê û destnîşan kir ku ev yek bi xêra berxwedana hêzên parastinê yên ku ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê ve hatine pêşxistin pêk hatiye.

Berxwedana YPGê girîng bû. Vê planê rawestand. Rê neda vê plana dewleta Tirk dixwest bi rêya van komên çekdar bixe dewrê. Ji ber vê jî ez rêzdariyeke mezin nîşanî lehengiya gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanî li Serêkaniyê pêk anî didim û ez wana pîroz dikim.”

‘HEDEFA TIRKIYEYÊ PEVÇÛNÊN KURD-EREB E’

Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze vê yekitiyê têk bibe û wiha domand: “Çawa ku yekitî ava bû, Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû hate Hewlêrê û got ‘ev yekitî tiştek çewt e” û wiha domand:

“Ev çawa dibe, civakeke, hêzên wê yên siyasî tên ba hev û yekitiyê ava dikin. Qaşo tiştek çewt e, ji te re çi?” û wiha pê de çû: “Yekitiyek ava bûye. Armanc û hêviya Tirkiyeyê ew e ku vê yekitiyê têk bibe. Dibêje PYDê ji nava xwe derxînin, ez ê ne otonomî bidim we, ez ê mafê federasyonê jî bidim we. Ê baş e ew ê çawa PYDê ji nava xwe derxînin? PYD hêzek herî mezin a girseyî ye. Dibêje bi hev re şer bikin ez ê li wir federasyonê bidim we, Wezîrê Tirk bi xwe ve yek gotiye. Gotine hûn li wir PYDê biqewirînin, bikin hedef, lawaz bikin, em sîstemek federe bidinwe. Tu dibêjî qey ew hakimê Sûriyeyê ye. Ev tenê gotinek e. Yanî çiye, ger hûn PYDê ji nava xwe derxînin, em ê wiha bikin.”

Karayilan ku diyar kir ku AKP dixwaze di nava Kurdan de şerê birakujî bide destpêkirin û da zanîn ku gava ev yek çênebû, vê carê xwest ku pevçûna Kurdan û Ereban çêbibe. Ev bang li hêzên herêmê kir: “Hûn nekevin ser rêgeha dijminahiya hîsterîk a dewleta Tirk a li hemberî Kurdan. Gelê Kurd li wir gelê herî mazlum e, gelê herî zêde ji rejîmê zilm dîtiye. Ger hûn li dijî rejîmê bin, divê hûn bi Kurdan re îtîfaqê çêbikin. Gelo mirov dikare îtîfaqa bi dewleta Tirk a li ser bingehê dijminahiya Kurdan çawa pênase bike...

Ger hûn ji Xwedê bawer dikin, ma Xwedê wiha ferma dike? Ma Xwedê nabêje pişta mazluman bigirin, ne ku ya zaliman?”

‘KESEK NIKARE BANDORA FELSEFEYA OCALAN MANDELE BIKE’

Karayilan da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê zanebûna welatparêziyê û rêxistinbûna civakê heye û got: “Êdî Kurd jî xwedî hêz in, Kurdan dest bi fedayiyê kiriye. Tu kesek nikare bandora Rêber Apo ya li wir, bandora felsefeya wî mandele (înkar) bike. Ji ber ku ev heye, nayê wê wateyê ku PKK li wir heye. Lê ev girîng e, xeta Rêber Apo, jixwebawerî û fedayî di ciwanên Kurd û Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê de pêş xistiye. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin. Ez bi wê bawer im. Xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin li dijî artêşa li ber xwe bidin.”