Karataşê DHKP-C’ê li Çorûmê sipartin axê

Karataşê DHKP-C’ê li Çorûmê sipartin axê

Endamê DHKP-C’ê Muherem Karataş yê di şerê piştî êrîşa li ser Midûriyeta Giştî ya Polîsan ya Dîkmena Enqere û malên polîsan pêkhatî de ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin, li Çorûmê sipartin axê.  

Cenazeyê Karataş anîn li Wexfa Çandê ya Hacî Bektaşî Velî ya Anadoluyê. Piştî li vê derê merasima cenazeyê Karataş hat kirin, cenazeyê Karataş birin li mala wî ya li gundê Yogunpelit ya girêdayî navenda Çorûmê. Li vir piştî nimêja cenaze hate kirin, cenazeyê Karataş li goristana gund hate veşartin.