Karabûlak dîsa hate destgîrkirin

Hevseroka HDP’ê ya dema berê ya Wanê Yadîşen Karabûlak a bi ‘Şertê kontrola edlî’î hatibû berdan, dîsa hate destgîrkirin.

Hevseroka HDP’ê ya dema berê ya Wanê Yadîşen Karabûlak a piştî maha Mijdarê hatibû girtin û cara yekem roja Duşema borî derxistibû pêşberî dadgehê bi ‘şertê kontrola edlî’ hatibû berdan. Karabûlak di saetên şevê de ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malê de hate destgîrkirin.

Derket holê ku Yadîşen li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Wanê ya li ser biryara berdanê ya 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê, dubare hatiye destgîrkirin.