Kanat: Nabe ku em li hêviya AKP'ê bisekinin

Fatîh Kanat ê ÎHD'î diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê girtî hemû di rewşeke metirsîdar de ne û got, "Nabe ku em hêviya xwe bi gavên AKP'ê ve girê bidin."

Vîrûsa korona ku li Tirkiyeyê jî belav dibe herî zêde gefê li girtîgehan dixwe. Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê Fatîh Kanat li ser pirsgirêkên li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Kanat bi bîr xist ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê, heta Çileya 2020'an li 355 girtîgehan 294 hezar girtî hebûn û got, "Hate ragihandin ku 11 hezar ji wan girtî yan jî hikumxwarên jin in. Lê belê hejmareke zelal nehatiye dayin. Ji bilî 3 hezar û 100 girtî û hikumxwarên zarok her wiha 780 zarok tevî dayikên xwe li girtîgehan e. Xuya ye ji kapasîteya hatiye zêdekirin jî bêhtir 66 hezar girtî û hikumxwarên zêdetir li girtîgehan tên hiştin. Ev rastî bi tena serê xwe nîşan dide ku rîsk çiqasî mezin e.

Li gorî daneyên ÎHD'ê ku di sala 2019'an de hatin tespîtkirin 457 jê giran 1333 girtiyên nexweş hene. Hejmara girtiyên nexweş ên heyî ji vê hejmarê gelekî zêdetir e. Girtiyên nexweş ên ku bi tena serê xwe nikarin bijîn û tedawiya wan bi rêk û pêk nayê kirin, li gel binpêkirina mafê jiyanê her wiha hedefa sereke ya rîska heyî ye."

'GIRTÎGEH DIVÊ BÊN VALAKIRIN'

Kanat anî ziman ku gelek tevdîr hene divê bên girtin û bal kişand ser 6 saziyên sivîl û got, "Di vê demê de ku her kes neçar e li malê bimînin ne ya qebûlkirinê ye ku 300 hezar mirov bi vî rengî girtî bimînin. Gelek tevdîr hene ku divê bên standin. Di daxuyaniya hevpar a saziyên ku li ser vî karî disekinin tevdîrên divê bên standin hatin bilêvkirin."

Kanat şewba vîrûsa koronayê bi bîr xist û got, "Girtîgehên ku nikarin barê heyî rake, ji ber şewba Covîd-19 li gel tevdîrên tenduristî û paqijiyê divê tavilê bên valakirin û mirovên tên girtin ji malên xwe re bên şandin û şertê berdana bi şert ê di dema pêwîst de, bê bicihanîn."

Kanat bal kişand ser mecbûriyeta karekî di vê mijarê de û destnîşan kir ku nabe bi şewba Covîd-19 re ev kar ji kêfa desthilatdariyê re bê hiştin.

Kanat got, "Li Tirkiyeyê hejmara nexweşan qat bi qat zêde dibe. Lewma avêtina gaveke bi vî rengî mecbûrî ye. Hêviya me ew e ku ev gav bibe gaveke bi pîvan, wekhev û adîl û tavilê bê avêtin."