Kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî’ li gund û bajarokan berdewam dike

Kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî’ li gund û bajarokan berdewam dike

Endamên înîsiyatifa Kampanyaya Îmzeyan a ji Ocalan re azadî li gund û bajarokên Dihokê îmzeyan kom dikin.

Endamên înîsiyatifê duh li bajarokê Akrê û gundê Sîrî yên girêdayî Dihokê  bi hezaran îmze kom kirin. Kampanyaya îmzeyan a  ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêma Federal a Kurdistan 1’ê Gulanê dest pê kir û li gelemperiya herêmê li gund, nehiye û bajarokan berdewam dike. Endamên înîsiyatîfa kampanyayê li gund û bajarokên Dihokê bi awayekî yekîneyên seyyar ji bo komkirina îmzeyan digerin. Bi vê mebestê li bajarokê Akrê 1500  û Gundê Sîrî 500 îmze kom kirin. endamên înîsiyatîfê ragihandin ku ji bo komkirina îmzeyan li nehiyeya Deralok ji bo rojekê standa komkirina îmzeyan vekirine; lê belê ji ber eleqeya zêde wê sibe jî berdewam bikin.