"Kampanya ji Ocalan re Azadî" li Rojava jî destpê dike

"Kampanya ji Ocalan re Azadî" li Rojava jî destpê dike

Însyatîfa Azadiya Ocalan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ew ê dest bi kampaniya berhev kirina îmzeyan bikin. Însyatîfê diyar kir ku armanca wan ew e ku 1 melyon û 3 sed hezar îmze berhev bikin.

Li Bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistanê “Însyatîfa Azadiya Ocalan” ji aliyê Desteya Bilind a Kurd, PYD, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Star û Konfedresiyona Xwendekarên Welatparêz ve dê li ser rêxistin kirina kampanyê bisekinin û hin rêxistinên din jî dê tevlî kampanyê bibin.

Têklîdarî mijarê “Însyatîfa Azadiya Ocalan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê” daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku pirsgirêka kurd girêdaye Îraq, Îran, Sûriyê û bi taybet Tirkiyê ye, her wiha pirsgirêka kurd yek pirsgirêkên herî mezin di Rojhilata Navîn de ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şerê di navber Tirkiyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê de hîn didomin, di şer de 40 hezar mirov jiyan xwe jidest dan, 4500 gund ji şêniyên wê hatin valakirin û hatin şewitandin û bi melyonan mirov bûne koçber. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pêwîstiya çareseriya aştiyane bi kesayetên bi hêz ku karibe bandorê li civakê bike û pirsgirêkê bi aştiyane çareser bike.

Di daxuyaniyê kesayetên wek Nêlson Mandêle, Çîrî Adêmiz, Xosê Ramûs, Horta Wang û San Sokah weke nimûne hatin destnîşan kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bê guman Ocalan jî dikeve rêza van kesayetan û ji despêkê de armanca Tevgerê ew e ku pirsgirêk bi rêbazên aştiyane werin çareser kirin û rola birêz Ocalan di vir de sereke bû.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hikûmeta Tirkiyê ji sala 1993’an de hewl da ku têkiliyan bi birêz Ocalan re deyne û bi vî awayî îtraf kir ku rola Ocalan a Sereke ye di çareseriya pirsgirêkê de. Hikûmeta Erdogan di dema 2 sal û nîvan de hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk anîn, lê di Tîrmeha 2011’an de hevdîtin qut kirin, Di vê demê de pirotokol dihatin danîn û amadekariyên baweriyê û rêbazeke ku hêdî hêdî çek di bin çavdêriya hêzên navnetewî de bê deng bibin. Em di wê baweriyê de ne ku dê çareserkirina vê pirsgirêkê ji aliyê birêz Ocalan, nêrîn û nexşeriyên ku destnîşan kirine pêk bê. Piraniya gelê kurd li dû birêz Ocalan disekinin, di sala 2006-2007’an de ji 3 milyon û nîv zêdetir kurd îmze nîşan kirin ku Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike. Lê heger Ocalan di zindanê de be dê nikaribe bi gava xwe ya aştiyane rabe.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ji ber van xalan kes nikare rola birêz Ocalan înkar bike. Lê ji ber ku birêz Ocalan di girtîgehê de ye dê nikaribe rola xwe pêk bîne. Ji ber têklîdariya bi birêz Ocalan re zor e û ji ber wê yekê pêwîst e birêz Ocalan serbest were berdan û rêbazên leşkerî were rizgar kirin, pêwîst e bê zanîn ku aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê herger pirsgirêka Kurd çareser nebe.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîst e Tirkiyê birêz Ocalan serbest berde û atmosfêra pêvajoya aşîtiyê amade bike û bi taybet piştî ku çekdarên Kurd dest bi xwevekişîna ber bi başûrê Kurdistanê kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Em wek însyatîfa azadiya Rêber Ocalan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bang li hemû rêxistinên navnetewî, Saziyên Mafê Mirovan û kesayetên têklîdar ku dengê xwe tevlî dengê me bikin û banga azadiya birêz Ocalan bikin.”