Kamerayên emniyetê gotibû tine ne derketin holê

Kamerayên emniyetê gotibû tine ne derketin holê

Bi wêneyên di dosyayê re derket holê, ku di maşîna zirxî ya bi navê Şortland a di roja destpêkê ya Berxwedana Gezî de ji ber guleya platîk a jê hat berdan, dikandar Volkan Kesanbîlîcî çavekî xwe winda kir, sîstema kamera heye. Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglû û Qeymeqamiya Beyoglûyê gotibûn ku di van maşînan de sîstema kamera nîne.

Di lêpirsîna li ser rijandina çavê aliyê çepê yê dikandar Volkan Kesanbîlîcî ya li Bulvara Tarlabaşi Beyoglûyê de, bi wêneyên Amîriya Buroya Ewlekariyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglûyê ji dozgeriyê şand re derket holê, ku kamerayên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglû û Qeymeqamiya Beyoglûyê gotin di maşînên zirxî yên guleya bû sedema rijandina çavê Kesanbîlîcî de sîstema kamera nîne, kamera hene.

Volkan Kesanbîlîcî, di 31'ê Gulana 2013'an roja destpêkirina Berxwedana Gezî de, dema bihîst polîsan dest li xwepêşandêran werdaye, qirtasiyeya xwe ya li Merterê girt û berê xwe da Taksîmê. Kesanbîlîcî ku yek ji bi sedan kesên hewl didan ji bulvara Tarlabaşi derbasî meydanê bibe bû, ji ber fîşeka plastîk a ji maşîna zirxî ya polîsan hat avêtin, çavekî xwe winda kiribû û bi giranî birîndar bûbû. Piştre derketibû holê ku guleya ji maşîna zirxî hatiye berdan ne boyax, lê xara ji hesinbûye.

Di lêpirsîna li ser bûyerê de Dozgerê Komarê yê Stenbolê pirsî bû ku di 31'ê Gulana 2013'an de li Tarlabaşi kîjan ekîb li ser kar bû, maşîna zirxî ya bi tîpa akrep ji aliyê kîjan midûriyeta emniyetê ve hatiye şandin. Di bersiva ji van pirsan de, Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglûyê û Qeymeqamiya Beyoglûyê destpêkê înkar kiribûn ku li qadê maşîna zirxî hebû û piştre di 14.07.2014'an hatibû îdîakirin ku di bi sîwana Midûriyeta Şaxê Beyoglûyê de hemû maşînên zirxî yên tên bikaranîn berevajî rengê tarî, hemû spî ne, lewma eleqeya wan bi bûyerê re nîne. Piştî ku di encama lêkolînên parêzera Kesanbîlîcî Asli Kazan de derket holê ku maşîna mijara gotinê ne akrep e, lê ya bi navê Şortland e, dozger careke din nivîsek ji Midûriyeta Emniyetê re şand. Li ser vê yekê dozger Kîraz xwest, plaka, reng û wesfa du maşînên bi rengê tarî yê bi navê Şortland ên bi markaya Land Rover ku Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglûyê xwediyê wê ye, jê re bê ragihandin û pirsî ka ev wesayît di dema bûyerê de hatiye bikaranîn yan na, sîstema wê ya kamera heye yan na. Dozger xwest personelên di van wesayîtan de bên tespîtkirin.

Di bersiva Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglû û Qeymeqamiya Beyoglûyê ya 02.10.2014'an de hat îdîakirin ku di 2 wesayîtên Land Rover ên bi navê Şortland, di roja hatiye diyarkirin sîstema xwe ya kamera nîne. Lê belê di wêneyên ku Amîriya Buroya ya Ewlekariyê ya Midûriğyeta Emniyetê ya Navçeya Beyoglûyê şandî de, hat tespîtkirin ku li ser maşînên zirxî yên mijara gotinê kamera hene.