Kalkan ê AKP'yî jî îstifa kir

Kalkan ê AKP'yî jî îstifa kir

Ji 3 parlameterên AKP'yî yên bi daxwaza îxraçê radestî dîsîplînê hatin kirin Erdal Kalkan ji partiya xwe îstifa kir.

Piştî ku parlamenterên AKP'ê Ertûgrûl Gunay, Erdal Kalkan û Halûk Ozdalga duh êvarê bi civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê re radestî Desteya Dîsîplînê hat kirin, parlamenterê Îzmîrê Kalkan bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew îstifa dike.

Ji dema destpêkirina nîqaşa dersxaneyê ya bi cemaetê re, Kalkan bû parlamenterê 5. ê ji AKP'ê îstifa kirine.

Beriya niha jî Îdrîs Bal, Hakan Şukur, Erdogan Bayraktar û Îdrîs Naîm Şahîn ji AKP'ê îstifa kiribûn. Hejmara kursiyên AKP'ê ya li parlamentê daket 322'an.