Kalkan: Dixwazin hilbijartinê sabote bikin, bila siyaseta sivîl bikeve nava tevgerê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku operasyona li Agirî provokasyoneke kûr e ji bo astengkirina pêşketina HDP'ê hatiye plankirin. Kalkan got, "Ev yek êrîşa li dijî îhtimala qezençkirina hilbijartinê ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku operasyona li Agirî provokasyoneke kûr e ji bo astengkirina pêşketina HDP'ê hatiye plankirin. Kalkan got, "Ev yek êrîşa li dijî îhtimala qezençkirina hilbijartinê ye" û diyar kir ku AKP û Fermandariya Giştî dixwazin hilbijartinê sabote bikin. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk û der barê bûyerên di rojevê de daxuyaniyên girîng da.

Kalkan der barê operasyona artêşa Tirk û pevçûna li çiyayê Tendurekê de ragihand ku yên li wir jiyana xwe ji dest dane, ew weke şehîdên demokrasiyê dibînin û got, "Yên şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînim, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazim. Yên rê li ber vê bûyerê vekirine jî şermezar dikim."

Kalkan da xuyakirin ku ev bûyer û rewş ne li gorî pêvajoyê ye û destnîşan kir ku daxuyaniyên li ser navê Serokatiya Fermandariya Giştî hatine dayîn, her tiştî rave dike, ku êrîş û operasyoneke leşkerî ya rêxistinkirî, plankirî û bi zanebûn e.

FERMANDARIYA GIŞTÎ JI BO AKP'Ê TEVDIGERE

Kalkan diyar kir ku pêwendiya vê êrîşê di heman demê de bi hilbijartinê re heye û êrîşek li dijî xebatên propagandayê yên HDP'ê ye. Kalkan got, "Bûyer di roja aşkerakirina namzetên HDP'ê de diqewime û yên ev êrîş kirine dibêjin 'Ji bo destûr ji propaganda HDP'ê re neyê dayîn hatiye kirin'. Wê demê Fermandariya Giştî li aliyekî ye. Divê her kes ji Serokatiya Fermandariya Giştî bixwaze ku vê rewşê rave bike. Ji niha ve hilbijartin xistine nava şik û gumanan. Ev siya li ser hilbijartinê hatiye danîn, ji derdoreke ji ewlekariyê berpirsyar ji Serokatiya Fermandariya Giştî hatiye. Ne ji derdoreke siyasî." Kalkan di dewama axaftina xwe de got, "AKP'yek heye, hikûmet û Serokatiya wê heye û Serokkomariya wê heye, ji vê re jî dibêjin 'Serokatiya Bilind a AKP'ê. Wekî din Serokatiya kêlekê ya AKP'ê heye û diyare ku Fermandariya Giştî jî di rewşeke bi vî rengî de ji AKP'ê re Serokatiya dike."

Kalkan ragihand ku ev êrîş li hemberî hilbijartinê, li hemberî xebatên propagandayê yên hêzên demokratîk, li hemberî îhtimala serketina hêzên demokratîk di hilbijartinê de hatiye kirin û got, "Di vir de derketiye holê ku Serokatiya Fermandariya Giştî naxwaze HDP hilbijartinê qezenç bike, naxwaze HDP propaganda hilbijartinê bike. Divê bi awayekî vekirî rave bike, çima li dij derdikeve? Di çarçoveya Destûra Bingehîn de mafê Fermandariya Giştî heye ku li hemberî HDP'ê propaganda bike? Nîne. Maf û şensê karmendên dewletê yên dijderketina li vê nîne. Lewma Serokatiya Fermandariya Giştî gefeke cidî xwariye.

BERSIVA JI BANGA HEVSEROKATIYA HDP'Ê RE

Dibêjin 'PKK'yiyan ev kiriye'. Ez rêveberiya PKK'ê me, biryareke me ya bi vî rengî nîne, xebateke me ya bi vî rengî nîne. Hevserokatiya HDP'ê got, 'Bila her du alî daxuyaniyê bidin'. Belê, vaye ez daxuyaniyê didim. Me tevlî bûyerê dikin, me tiştekî bi wî rengî nekirine, di vî warî de biryara me ya zelal heye. Ne stratejiyek me ya bi wî rengî ne jî taktîkeke me ya bi wî rengî heye. Rêber Apo hişyar kir, rêveberiya me jî gelek caran nîqaş kir, biryar stend, daxuyanî û hişyariyên Biryargeha me ya Navendî çêbûn. Gerîla li ser bingeha plan, biryar û taktîkekê tevdigere. Ji bo destekdayîna pêvajoya Rêber Apo dimeşîne, ferman ji wan re hatine dayîn."

'BILA SIYASETA SIVÎL BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Kalkan ragihand ku pirsgirêk ev nîne, daxuyaniyên Fermandariya Giştî bûyerê ronî dikin û got, "Dibêje, 'Me dizanîbû, me plan kir, wê propaganda HDP'ê bihata kirin, lewma me kir'. HDP'yî jî qetil kirin. Ji ber vê yekê, divê hinek rabin Fermandariya Giştî bisekinînin. Yên ku bi rastî jî ji siyaseta sivîl bawer dikin, yên ku dixwazin di 7'ê Hezîranê de pêşbirkeke siyasî ya demokratîk bimeşe, divê Fermandariya Giştî bisekinînin, bixin ser rê, bikişînin nava qanûnan. Serokkomar li Destûra Bingehîn guhdarî nake, Serokê Fermandariya Giştî li qanûn-destûra bingehîn guhdarî nake, lê ji welatiyan dixwazin li gorî qanûnan û destûra bingehîn tevbigerin. Gelo ev pêkane? Eger Serokkomarî û Serokatiya Fermandariya Giştî li qanûn û destûra bingehîn guhdarî nekin, kî wê lê guhdarî bike? Kes lê guhdarî nake.

Bila kes vê yekê nebêje: 'PKK tehdê dide qanûnên m'. Na. Ji 22'ê Adara 2013'an û vir ve gerîla di rewşa agirbestê de ye, di rewşa bêçalakiyê bêpevçûnan deye. Ev du sal û meheke ev rewş dewam dike. Ji bilî çend bersivdayînan, ku -biryargeha me jî ew bi raya giştî re parve kiribû- ji bilî wê ti pratîkeke gerîla ya binpêkirina agirbestê nebûye."

ZIRAVÊ AKP'Ê JI PÊŞDEÇÛNA HDP'Ê DIQETE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên rayedarên AKP'ê û Serokkomar ên ji bo pêşîgirtina li HDP'ê û got, "Ji HDP'ê ditirsin. Ziravê AKP'ê ji pêşdeçûna HDP'ê diqete. Bi pêşketina HDP'ê re biziyane ku wê demokrasî were Tirkiyeyê, serdestiya AKP'ê hilweşe. Herî li her şêwe dek û dolaban û derewan didin. Bi her awayî şîdet û zextê dikin. Heta niha hewl dida bi terora polîsan vî karî bike, niha Fermandariya Giştî, artêş xistine dewrê û ev yek rewşeke xetere ye. Bila her kes zanibe ku eger bi vî rengî dewam bike, wê rewşeke xetere derkeve holê.

DIXWAZIN HILBIJARTINÊ SABOTE BIKIN

Hin hene dixwazin hilbijartinê sabote bikin. Daxuyaniya Fermandariya Giştî provokasyoneke, daxuyaniyeke sabotekirinê ye. Divê her kes li hemberî vê helwestê nîşan bide. Eger sibehê rewş biguhere, bila kes me berpirsyar nebîne. Me bi awayekî vekirî aşkera kir, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê HDP pîroz kir û got, 'wê bibe hilbijartineke demokratîk'. Ragihand ku ji bo pêvajoya hilbijartinê di rewşeke aram de derbas bibe wê bi her awayî nêzîkatiya siyasî û fedekarî were nîşandan. Li aliyekî ji KCK'ê ev daxuyanî tê, li aliyê din Serokatiya Fermandariya Giştî êrîş dike. Rewş gelekî zelal e. Divê ti kes berpirsyariya vê neavêje stuyê PKK'ê û gerîla. Li naverastê provokasyoneke aşkera heye.

Fermandariya Giştî ev demeke vê dike. Niha radibin dibêjin, 'Ev li dijî AKP'ê ye, mekanîka darbeyê heye, kontrgerîla vê dike, hêzên darbekar ên kûr dane destpêkirin'. AKP jî xwe bi vî rengî diparêze, em vê dibihîzin. Eger bi vî rengî be, wê demê çima AKP li dij vê dernakeve? Li dij dernakeve, berevajî hewl dide ji aliyê siyasî ve encamê ji van bûyeran derxîne.

Bila AKP kesî ehmeq nebîne. Bi hêza medyayê re hesab dikin ku çi bêjin, çi propagandayê bikin wê civakê manîpule bikin. Lê kêm be jî rojekê hinekê rabe rastiyan derxîne holê. Pêşgotinek heye dibêje, 'finda derewînan heta eşayê vêketî dimîne.'

DIVÊ CIVAK TEDBÎRAN BIGIRE

Kalkan diyar kir ku divê li dijî vê yekê civak, bi taybetî jî partiyên siyasî û saziyên demokratîk helwestê nîşan bidin û got, "Pêwîste li ser bûyera li Agiriyê were rawestîn, bi ser Fermandariya Giştî ve biçin. Fermandariya Giştî ji ber xwe ve senaryoyan amade dike û şer dide destpêkirin. Ji ber vê yekê divê her kes vê rastiyê bibîne û di nava yekîtiyê de li dijî vê helwesta Fermandariya Giştî derkeve û têbikoşe."

'GIRÎNG E HER KES LI DORA LÎSTEYÊ BICIVE

Kalkan destnîşan kir ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê gelekî girîng in, ji ber vê yekê hewl tê dayîn bê provokekirin û got, "Ne hilbijartineke giştî ye, ne hilbijartina desthilatdariyekê ye, wê çawanî û rêveçûna siyaseta li Tirkiyeyê diyar bike. Mîna referandûmê wê di diyarkirina siyasetê de rolê bilîze."

Kalkan bal kişand ser lîsteya namzetên HDP'ê û diyar kir ku ev lîste wêneyê mozaîka Tirkiyeyê ye. Kalkan got, "Rastiya civakî ya Tirkiyeyê bi zelalî derdixîne holê. Dibe ku xwedî kêmasiyan be, dibe ku hin kes hebin dixwazin bibin namzet. Dibe ku potansiyela xwe xurt be jî, lê di dawiya dawî de ev lîsteyeke. Ewqas ked hatiye dayîn û ev encam derketiye holê. Beriya her tiştî dixwazim vê bêjim. Divê her kes li dora vê lîsteyê bicive. Hevkariyê bike. Divê dawî li rewşa dil şikestî û têkoşîna ji bo bûyîna namzet, were anîn. Ji bo serketina namzetên heyî pêwîste her kes bixebite."

DEM DEMA WERGIRTINA ENCAMÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku ji her awayî ve têkoşîn hat meşandin, berxwedana çekdarî hat meşandin, têkoşîna siyasî hat meşandin, têkoşîna îdeolojîk hat meşandin û got, "Ev 45 sal in Tirkiye di nava têkoşîna demokrasî û dîktatoriya olîgarşî de dijî. Êdî dem hatiye encam were bidestxistin."