Kakabaveh: Divê NY û YE li dijî dagirkeriyê bikeve nava tevgerê

Parlamentera sosyalîst a Swêdî Amîneh Kakbaveh ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza ketina tevgerê li Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir.

Amîneh Kakabaveh pêşnûmeyek da parlamentoyê û ji bo astengkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ketina tevgerê ya Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropyaê daxwaz ji Swêdê kir ku înîsyatîf bigre.

Kakabaveh bi bîr xist ku dema Kurdan çeteyên DAÎŞ’ê têk birin li hemû cihanê xwepêşandanên keyfxweşiyê hate kirin û Kurd hatin pîroz kirin. Kakabaveh diyar kir ku Kurdan li Rojava bi gelên kêmnetew û jinan re sîstema demokratîk a gelan ava kirine.

Kakabaveh wiha qala helwesta dijminane ya dewleta Tirk a ya li dijî Rojava kir.

“Serokkomarê Tirk ev sîstem weke dijmin dît û ji bo hilweşandinê Efrîn dagir kir. Erdogan bi awayên cûda li dijî Kurdan piştgirî da DAÎŞ’ê. Lê ji ber DYE li herêmê bû tişta xwest tam pêk neanî.

DYE’YÊ CAREK DIN ÎXANET LI KURDAN KIR

DYE û Qesra Spî çawa ku gelek caran di dîrokê de hate dîtin carek din îxanet li Kurdan kir û ji bo ji holê rakirina sîstema demokratîk a Kurdan rêya êrîşên Tirkiyeyê vekir. Siyaseta DYE û polîtîkayên wê ku hi hev nagrin li Sûriye û Rojava li dijî Kurdan û kêm netewên din gefeke cidî çêdike.”

DIVÊ SWÊD II CEM NETEWÊN YÊKBÛYÎ HEWLDANAN BIKE

Kakabaveh li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye li ser Rojava û Sûriyeyê daxwaz ji Wezîra Karê Derve yê Swêdê Ann Lînde kir ku  Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê biryaran bigre.

Kakabaveh ji ANF’ê re axivî diyar kir ku Kurd û gelên kêmnetew yên din bi hevre Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji DAÎŞ’ê rizgar kirine û ji bo vê bi hezaran şervanên keç û xort yên Kurdan jiyana xwe ji dest dane.

ERDOGAN HER DEM PIŞTGIRÎ DA DAÎŞ’Ê

Kakabaveh wiha domand; “Kurd bi gelên din re kanton çêkirin û demokrasî ava kirin. Tirkiyeyê ev demokrasî weke gefekê dît. Em dizanin ku li welatê wî Erdogan dijminê herî mezin yê demokrasiyê ye. Erdogan naxwaze Kurd xwe bi xwe, xwe rêve bibin û hovitiya DAÎŞ’ê têk bibe. Em dizanin ku her dem wî piştgiriya DAÎŞ’ê kir.”

DIVÊ HEMÛ MESREFÊN (DIRAV) JI BO TIRKIYEYÊ WERE RAWESTANDIN

Kakabaveh diyar kir ku Erdogan bi peymana penaberan a bi Yekîtiya Ewropayê re îmze kiriye Swêd û Ewropya girêdayî xwe kiriye û daxwaza betalkirina peymanê kir.

Kakabaveh da zanin ku Tirkiye bi pereyên ji Yekîtiya Ewropayê digre çekan dikire ku ji bo Kurd û gelên li dijî wî derdikevi kar bîne û daxwaza rawestandina diravdayîna ji bo Tirkiyeyê kir.

DIVÊ LI SER DEWLETA TIRK AMBARGO WERE PÊKANÎN

Kakabaveh got ku Erdogan dîktatore û wiha got; “Êdî dema wê hatiye ku raya giştî ya navneteî, Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî ji faşîzma AKP-MHP’ê re bibêje rawest e. Divê li dijî Erdogan û delweta Tirk ku hiqûqa navnetewî binpê dike Rojava dagir dike ambargo were pêkanîn.”