Kakabaveh: Bila girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê bêne berdan

Kakabaveh: Bila girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê bêne berdan

Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh careke din êrîşên li dijî azadiya fikir ya li Tirkiyeyê anî rojeva Parlementoya Swêdê û daxwaz kir ku, di serî de rojnamevan û parêzer hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê serbest bêne berdan.

Di pêşniyarpirsa ku dayî Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt de, bal dikişîne ser rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê ku hêjmara wan ji kombûna rojnamevanên girtî yên li Îran û Çînê zêdetire. Her wiha destnîşan dike ku, hikumeta Tirk û dadgeh girîngiyê nadin azadiya fikir.

Ne tenê rojnamevan ji binpêkirinên azadiya fikir zirarê dibînin, mirovên zanyar yên lêkolînên zanistî yên serbixwe jî dikin zirarê dibînin, mijarên ku neçin xweşiya desthilatdariya siyasî peywirdarên Zanîngehê dest di danin ser, her wiha lêkolînvan jî rastî pêkûtî û êrîşên hikumet û dadgehan tên. Skandala hiqûqî ya tê jiyan kirin “Doza Pinar Selek”ê mînakek ji wane.

Di pêşniyarpirsê de hate diyarkirin ku, di doza Selekê de derkete hole ku çawa dadgeh kesên cûda difikirin û muxalîfên lêkolîner rastî pêkûtiyan tê, her wiha aşkera kir ku, ji bo Pinar Selekê mehkûm bikin zagonên derbazker yên Tirkiyeyê jî tune hesibandin.

Di pêşniyarpirsê de tê aşkera kirin ku, li Tirkiyeyê pêkûtiyên li ser rojnamevan, lêkolîner, hûnermend, nivîskar û rewşenbîrên din bi destê hikumetê têne kirin. Di pêşniyarpirsê de tê diyarkirin ku, rewşenbîrên ku hikumetê rexne dikin Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn wan weke “Baxçeyê piştê yê terorîzmê” sûc dar dike. Di şert û mercên ku endamek yê hikumetê rojnamevanan, lêkolîneran û rewşenbîran peyva terorîstiyê bikartîne û sûcdar dike, ev tê wateya mirov nikare behsa azadiya huner û lêkolînê, demokrasî û mafê jinan bike.

Kakabaveh ku pirsên ANF’ê bersivandin û da diyarkirin ku, ew careke din bi destpêkirina hevdîtinên hikumeta AKP’ê û Ocalan keyfxweşe, lê belê hêzên ku ji vê pêvajoyê nerihet û naxwazin aştî were li Parîsê sê siyasetmedarên jin yên Kurd qetilkirin vê ez gelek xemgîn kirim.

Kakabaveh aşkera kir ku, him parlementerên Partiya Çep û parlementerên Partiyên din piştgiriyê didin hevdîtinên ku hatine destpêkirin û got, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hîn bêhtir bê asan kirin, ew li bendêne ku hikumet pêngavên zelal bi avêje. Kakabaveh da zanîn ku, di nava 3 salan de nêzî 10 hezar siyasetmedarên Kurd hatin girtin ev yek nayê pejirandin û bang li hikumeta AKP’ê kir ku, hemû girtiyên polîtîk serbest berde.