JXK û YXK ji bo Meşa Dirêj bang kirin
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistan (JXK) ji bo meşa ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 5-11’ê Îlonê de li Elmanyayê lidar bixe bang kir.
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistan (JXK) ji bo meşa ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera 5-11’ê Îlonê de li Elmanyayê lidar bixe bang kir.
Li gorî daxuyaniyê meşa dirêj wê di navbera 5-11’ê Îlonê de wê meş di navbera bajarê Hannover û Hambûrg ên Elmanyayê de bi dirûşma ‘Ji bo Azadiya Rêber Apo, Bi Hev Re Serhildan’ bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Divê hemû xwendekar, ciwan, rewşenbîr, her kesê ji civakê xwe berpirs dibîne divê tevlî meşa dirêj bibe.
Ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo û li dijî komploya navneteweyî helwest û seknek diyar nîşan bidin, em ê hefteyekê bimeşin. Em ciwanên ku li Dîasporayê dijîn em ê bi hev re rabin, li dijî polîtîkayên dijî mirovahiyê ya sîstemê xwe rêxistin bikin.
Ramanên Ocalan alternatîf û çareserî ye. Felsefeya Rêber Apo ji bo mirovên çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzmê rakiriye ser piyan. Mirovan bi felsefeya wî berxwedan nas kiriye û xwedî lê derdikeve.
Ji bo em li dijî faşîzm şer bikin û sîstemeke alternatîf ava bikin ji bo azadiya Rêber Apo divê têkoşînek cidî bikin. Ev ewilê erka ciwanan e. Ji bo wê bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî Meşa Dirêj bibin.