Jinûve darizandina 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' li ber destê DDB e
Jinûve darizandina 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' li ber destê DDB e
Jinûve darizandina 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' li ber destê DDB e
3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ku lê doza çapemeniyê ya 'KCK'ê tê dîtin, serlêdana parêzer Ercan Kanar a ji bo doz biçe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) qebûl kir. Parêzer Kanar ev gava girîng ji ANF'ê re nirxand.
Parêzer Ercan Kanar destnîşan kir xala demî ya TMK 14/4 a ji bo dewamkirina doza wan li gel rabûna dadgehên xwedî erka taybet weke sparte tê nîşandan, li dijî Destûra Bingehîn e û ji bo doz biçe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn serî li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê da. Serlêdana ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.
Kanar diyar kir ku eger Dadgeha Destûra Bingehîn xala demî ya mijara gotinê betal bike, wê di dozên heta niha dewam dikin de, hemû kar û barên Dadgehên Xwedî Erka Taybet, raporên polîsan ên dema berê, beyanên îtirafkar û şahidên veşartê nederbasdar bên qebûlkirin û darizandin jî bi delîlên li gorî hiqûqê jinûve bê kirin. Kanar ragihand ku ev biryar wê ji bo hemû dozan bibe mînak û anî ziman ku doz ne ji aliyê bersûcan ve ji aliyê dadgehan ve wê jinûve bên dîtin.
Hiqûqnas Ercan Kanar da xuyakirin, ku Dadgehên Xwedî Erka Taybet ên xwe dispêrin Qanûna bi hejmara 6526'an û dadgehên ser bi TMK, bi hinceta; li dijî mafê darizandina adîl, karîneya masûmiyetê û pîvana wekheviyê ne, xwedî pêkanînên pêşî li mafê parastinê digirin û di nav dadgeriyê de rê li ber hiyerarşiyekê vedikin hatine girtin, ku wan jî bi salan ev rewş anîne ziman. Kanar da zanîn ku dema qanûna mijara gotinê ji Meclîsê derbas bû, xaleke demî ya 14/4 li Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê hatiye zêdekirin û bi vê xalê re berevajî sedemên girtina van Dadgehên Xwedî Erka Taybet, biryar hatiye dayîn ku dosyayên van dadgehan ji cihê mayî dewam bikin û Dadgeha Bilind jî dosyayên li ber destê xwe biqedîne. Kanar anî ziman ku bi vî rengî têgihiştina girtina van dadgehan hatine pûçkirin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê wan weke hiqûqnasan gelek caran anîne ziman ku xala demî li dijî Destûra Bingehîn e. Kanar got, "Eger kar û barên van dadgehên xwedî erka taybet li dijî mafê darizandina adîl e, hingî divê kar û barên van dadgehan kirine nederbasdar bên qebûlkirin. Her wiha di dozên dewam dikin de divê li gorî pîvana durust a darizandinê her tişt jinûve destpê bike û Dadgeha Bilind jî dosyayên li ber destê xwe tavilê biqedîne, dosyayên li ber destê xwe radestî dadgehên xwezayî bike. Me gelek caran ev bilêv kirin. 3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku lê doza çapemeniyê ya KCK'ê tê dîtin ev daxwaza me ya betalkirinê cidî dît û biryar da ku dosya biçe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn."
RAPORÊN POLÎSAN, ŞAHIDÊN VEŞARTÎ Û AXAFTINÊN ÎTIRAFKARAN BETAL DIBIN!
Kanar da xuyakirin ku eger Dadgeha Destûra Bingehîn xala demî betal bike wê ev rewş derkeve holê: "Eger Dadgeha Destûra Bingehîn di nava salekê de vê betal bike, divê hemû dosyayên li ber destê Dadgeha Bilind ji dadgeriya xwezayî yan dadgehên cezayê giran re bên şandin. Ya duyemîn jî; di dozên li dadgehên cezayê giran de jî, divê her tişt li gorî mafê durust ê darizandinê bê kirin. Ev jî tê wê wateyê ku wê parastin jinûve bên girtin, raporên polîsan ên dema berê, gotinên şahidên nepenî û îtirafkaran wê nederbasdar bên qebûlkirin. Hingî wê doz li gorî pîvana bingehîn a hiqûqê ya darizandina ceza, jinûve bên dîtin."