Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek herêmên Stenbolê çalakî li dar xist. Hate ragihandin ku 12 wesayit, galeriyek û depoyek hatine şewitandin.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên 11 û 12'ê Îlonê yên li Stenbolê agahî parve kir.

Li gorî daxuyaniyê, di 11'ê Îlonê de li Kozyatagi ya Stenbolê 4 wesayitên luks ên 'faşîstên AKP'î' hatin şewitandin.

Hate ragihandin ku li Ataşehîr a Stenbolê jî galeriyeke wesayitan a 'karsazekî faşîst ê AKP'î' bi çalakiya sabotajê hate şewitandin. Hate ragihandin ku 6 wesayitên luks hatine şewitandin.

Di 12'ê Îlonê de jî li Şîle ya Stenbolê depoyeke hilberîna plastîk a 'AKP'iyên faşîst' ji aliyê yekîneyên însiyatîfê ve hate şewitandin. Hate ragihandin ku 2 wesayitên xwediyê depoyê ji aliyê yekîneyên wan ve hatine şewitandin.