Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê ji bo Şengalê çalakî li dar xistin

Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê di salvegera şeşemîn a qetlîama Şengalê de li gelek cihên Stenbolê çalakî li dar xist.

Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan ji 30’ê Tîrmehê heta 1’ê Tebaxê 11 wesayîtên faşîstan şewitandine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk a faşîst piştgiriya wan dikir di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran jin, zarok, ciwan, kal û pîr kuştin, revandin, li bazaran firotin. Îro jî heman feraset ji aliyê rejîma AKP’ê tê domandin. Jin tên qetilkirin û tecawizî wan tê kirin. Em dizanin ku ew jî dûmahîka DAÎŞ’ê ne. Lê divê were zanîn em ê hesabê van qirkirinan bipirsin.

-Di 30’ê Tîrmehê de li Okmeydaniya Stenbolê 4 wesayîtên faşîstên AKP û MHP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hatin îmhakirin.

-Di 31’ê Tîrmehê de li Kavacika Stenbolê 3 wesayîtên hevkar û tecawizkarên AKP’ê hatin şewitandin.

-Di 31’ê Tîrmehê de li Kadikoya Stenbolê yekîneyên me li dijî wesayîtên ocaxên nijadperestan çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 wesayît hatin îmhakirin.

Di 1’ê Tebaxê de li Tûzlaya Stenbolê 2 wesayîtên çeteyên AKP û MHP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hatin îmhakirin.

Ev çalakî ji bo tolhildana qetlîama Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de hate lidarxistin. Em dengê zarok û jinên hatine qetilkirin in. Em rêhevalên Zerdeş Şengalî û Arîn Şengalê ne.”