Jinên Tîrêjên Rojê: 2 kargeh û 4 wesayit hatin îmhakirin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li sê bajaran febrîqeyeke kaxizan, dikanek û 4 wesayit hatine şewitandin.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana gerîla ya li Heftanînê li gelek bajaran çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser çalakiyên li Amed, Stenbol û Kocaeliyê wiha ne:

"12'ê Îlonê li navçeya Baglar a Amedê wesayiteke zabite ya şaredariyê ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

13'ê Îlonê li Tûzla ya Stenbolê, dikana AKP'iyekî faşîst hate şewitandin, xisareke mezin a madî lê bû. Her wiha wesayiteke luks a wî şexsî ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

13'ê Îlonê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê febrîqeyeke kaxizan a barbarên faşîst hate şewitandin. Her wiha 2 wesayitên febrîqeyê jî şewitîn."