Jinên Rojhilatî yên li Stockholmê destek dan Efrînê
Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) tevî Komîteyên Rojava li paytexta Swêd Stockholmê ji bo gelê Efrînê çalakiyeke piştevaniyê li dar xist.
Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) tevî Komîteyên Rojava li paytexta Swêd Stockholmê ji bo gelê Efrînê çalakiyeke piştevaniyê li dar xist.
Çalakiya jinên ji Rojhilatê Kurdistanê li maleke jiyana kolektîf a li taxa Skarpnäckê pêk hat.
Endamên Komîteyên Rojava Scapa Strömdahl û Lilly Abrahamsson ku gelek caran çûn Rojava û li wir kar kirin, bi rêya wêneyan qala rêveçûna kantonan kirin û li ser gundê jinan Jinwar agahî dan.
Ji KJAR'ê jî Vijan Alipour bal kişand ser konfederalîzma demokratîk ku sîstema li Rojava li ser wê bingehê ava bûye û der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan agahî da beşdaran.
Strömdahl, Abrahamsson û Alipour êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Efrînê jî nirxandin.
Alipour welatên Yekîtiya Ewropayê rexne kir, ji ber ku alîkariya madî didin dewleta Tirk a dagirker. Her wiha hikumeta Swêdê jî rexne kir ku bi rengekî vekirî dagirkirina Efrînê şermezar nake.
Abrahamsson jî anî ziman ku çekên Elmanya, Îngilîstan û welatên din ên Ewropayê ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan tên bikaranîn û ji wleatên Ewropayê xwest ku bes çekan bifiroşin Tirkiyeyê.
Strömdahl jî bal kişand ser gefên Erdoğan ku li kantonên din jî dixwe û destnîşan kir ku ji bo pêşî li Erdoğan were girtin divê gaveke xurt bê avêtin.