Jinên Kurd û Fransî li Parîsê konferansê lidar dixin
Jinên Kurd û Fransî li Parîsê konferansê lidar dixin
Jinên Kurd û Fransî li Parîsê konferansê lidar dixin
Li Parîsê Rêxistinên Kurd û Fransî bi boneya salvegera komkujiya 9’ê Çile ku têde 3 jinên şoreşgerên Kurd hatin qetil, di 7’ê Çile de bi navê “qirkirina jinê” konferansekê lidar dixin.
Li Parîsê dê ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwana Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileyê de hatin qetilkirin konferanseke bê lidarxistin.
Konferansa bi mijara "Qirkirina Jinê" dê ji aliyê Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî, Nûneriya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd, Komeleya Piştevaniyê ya Fransa-Kurdistan û Rêxistina Femmes Solîdaîres a gelek rêxistinên jinan di bin sîwanê xwe de vedihewîne, bê organîzekirin.
Konferansa bi sernavê "Ji bo dawîanîna li qirkiirina jinê, tevgera li dijî komkujiya jinê" dê bi piştevaniya Seroka Koma Eniya Çep (Front de Gauche) ya li Senatoyê Elîane Assassî bê lidarxistin.
HER SÊ JÎ KURD BÛN, FEMÎNÎST BÛN
Di daxuyaniya ku li ser navê Organîzatorê hatî kirin de wiha tê gotin; “ Emê ji bo dostên xwe di yekem salvegera qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leyla yê de di nobetê de bin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin; “Her sê jî feministên Kurd bûn. Aliyekî yê dijberê qirkirina jinê bûn. Nûnertiya bi hezaran jinên ku ji aliyê jiyana tenduristî, fizîkî , psikolojîk, aborî û civakî ve rastî şîdetê dihatin nûneretiya wan dikir. Bi qirkirina jinên li hemû civakan re mijûl dibûn. Ev tundiya han hemû kesên ji temen, qewm an jî olên cuda xist bin bandora xwe.”
Komeleyên organîzator diyar kirin ku kujerên wan bûyeran ne hatine darizandin û bertekên xwe anîn ziman û komjuya 9’ê Çile bi bîrxistin û got: “ Heta niha kesên ku fermana qirkirina jinê dane û mekanîzmayên veşartî, nehatine ronîkirin."
Organizatoran gotin ku dê ji bo bîranîna sê jinan di 7’ê Çileya sala 2014’an de konferansekê organîze bikin.
Komeleyan dan zanîn ku xwestin bi vê komkujiyê re gefê li jinên şoreşger ên têdikoşin gefê bixwin û wiha pêde çûn; “ sê jinên şoreşger, Sakîne, Fîdan û Leyla, ji bo pêşketina azadiya jinê rolek giring lîstine. Em jinên ku li Ewropayê dijî, ji bo em hemû bi hev re têkoşînê bidin meşandin û li dijî qirkirina li ser jinê têkoşînê bilind bikin vê konferansê li dardixin.”
BERNAMEYA KONFERANSÊ
Dê konferansa li navnîşana "15, rue de Vaugirard 75006 Paris" li salona Monervilleyê di seat 09.00 ta 18. pêk bê. Piştî daxuyaniya ji aliyê Eliane Assassiyê ve tê dayîn rûniştinekî li ser navê “rûyê nû yê qirkirina jinê- hedefên nû: Di têkoşînê jin” pêk tê.
Saet di 10.00-12.30 beşa yek bi moderatoriya Soad Babbaissayê pêk tê.
Ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Navnetewyî Gonul Kaya jî dê nirxandinekê bike. Piştre jî wê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed ve li Rojavayê Kurdistanê qirkirina jinê û rêxistinbûna jinê bê nirxandin.
Dê ji aliyê Seroka Komeleya Piştgiriya Jinên Kurd û Fransa Sylvie Jan komkujiya Parîsê ya ku di 9’ê Çile de pêk hatiye bê dest girtin. Dê piştre jî parêzer Virginie Dusen bi axive. Dusen dê ji aliyê hiqûqî ve komkujiyê bigre dest.
Di navbera saet 11.20 û 11.40’an de komkujiya 9’ê Çile ji aliyê xebatkara Rojnameya Le Monde ya Fransî Florence Aubenas ve bê nirxandin. Heta niha Aubenas bersiva beşdarbûna semînerê ne daye. Beşa yekê bi pirs û bersivan dê bi dawî bibe.
Piştî nîvro saet di 14.00 û 14.15’an de wek mêvan malbatên Sakîne, Fîdan û Leyla beşdarî konferasê bibin. Pişt re jî wê sînevîsyonek bê pêşandan.
Beşê piştî sînevîzyonê de jî wê “ rêbaz û stratejiya têkoşîna li dijî qirkirina jinê” bê dest girtin. Di vê rûniştinê de dê Nursel Kiliç moderatoriya wê bike. Dê ji aliyê Seroka Femmes Solidaireyê Sabine Salmon ve li ser “ Li dijî qirkirina jinê têkoşîn, li Fransayê bi rêxistinbûna jinan, civakên sivîl, stratejiya rêxistinbûnê” were destgirtin.
Nivîskara Îranî Chahla Chafiq (Şahla Şefik) jî wê di recm û înfazên di sedsala 21’ande li Îranê pêktên de bi nîrxîne.
Dê ji aliyê Aicha Dabale ve çeribanidnên xwe yên li ser qirkirina li ser jinê û têkojîna li dijî qirkirinê parve bike. Di seat 15.50 ta 16.10’an de ji aliyê Rêvebera Weqfa Jinên Navnetewî a Azad Canan Polat ve jî axivtinek bê kirin li ser qirkirina jinê.
Pişt re jî di seat 17:00’an de dibe beşê pirs û bersivan. Encamnameya wê jî di seat 18:00’ ande tê bi encam kirin.