Jinên kurd li Stockholmê bo azadiya Ocalan îmze kom kir

Jinên kurd li Stockholmê bo azadiya Ocalan îmze kom kir

Endamên Komeleya Jinên Kurd a Amara, duh li qada Sergel a Stockholmê saet di navbera 17.00 û 19.00’an de di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ çalakî pêk anî.

Jinan tîşortên li ser wêneyên Ocalan hebûn li xwe kirin û belav belavkirin û îmze komkirin. Her wiha jina der barê geşedanên dawî yên Tirkiye û Kurdistanê de jî agahî da rayagiştî. bernameya ku 15 kes tevlibûn de jinên kurd dema îmze berhev dikir, ji bo der barê geşdanên Tirkiyeyê de eleqeyan gel bipîve pirs ji gel pirsî.

Di encamê hat dîtin ku ciwanên temenê wan di 25’î de ye der barê pirsgirêka kurd de agahiya wan nîne û ji meha Gulanê û vir de berxwedana Taksîmê ya destpê kiriye dizanin.

Yên kut emenê wan di ser 30’î re jî piraniya wan diyar kirin ku ew zextên li ser kurdan ya li Tirkiyeyê dizanin û şîdeta polîsan jî dizanin. Hinekan di hevdîtinê da zanîn ku ew bawerin dê pêvajo bi serkeftinê encam bibe lê hinekan jî gotin ew bi Erdogan ne bawerin.

CIWAN DIXWAZIN GIRTIYÊN SIYASÎ AZAD BIN

Ciwanê 17 salî Hasan Yusuf yê ku malbata wî ji Somaliyê koçî Swêdê kiriye got wî navê Abdullah Ocalan nebihistiye, pirsigrêka kurd nizane lê got bila kes ji ber fikr û nêrîna xwe neyên girtin. Yusuf îmzeya xwe jî bo vê avêt.

Carl Erden och Emîlî Palme yê 20 salî got wî qet navê Ocalan nebihistiye, lê rewşa ciwan û siyasetmedarên li Tirkiyeyê dizane. Ciwanê bi navê Hamît jî anî ziman ku rewşa kurdan baş dizane û got bila girtiyên siyasî bê berdan.

Fadîma Ahmed ya 18 salî û Kîm Blex a 18 salî jî destnîşan kirin ku ew der barê pirsgirêka kurd de ne agahdarin lê gotin ji bo parêzvanên mafê mirovan bên berdan îmzeya xwe davêjin.

Josefin Aramayo (18)  jî da zanîn ku hevalên wî yên kurd hene, lê der barê geşedanên Kurdistanê de kêm agahiya wî heye û îmzeya xwe bo girtiyan avêt.

Gustav Ostlund (24) anî ziman ku hevalên wî yên kurd hene û ji ber vê pirsigirêka kurdan dizane û îmzeya xwe bo girtiyan avêt.

DIVÊ ERDOGAN BAWERIYÊ BIDE KURDAN

Abraham Bentsson,( 56) jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna kurdan û got baweriya wî ne ku pêvajoya aştiyê bigihêje serkeftinê û got divê destpêkê Erdogan baweriyê bide kurdan.

Penaberê  Şilili Petro Contera  (46) diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kêmaran heye  û pêngavên bo pirsgirêka kurd hatiye avêtin erênî ne.

Her wiha kesên bi navê  Kirsti Blix (51) David Heder (42), Diabo Sauzo Del Gaudio (28) îmzeyên xwe avêtin.

Ji KOmeleya Jinan a Kurd ya Amara a Stockholmê Xerîbe Renas destnîşan kir ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî her rojên duşemê îmzeyan kom dikin û got ew kampanyaya xwe bi coşeke mezin dimeşînin.