Jinên Kurd li Bîelefeldê nîjadperestî şermezar kirin
Jinên Kurd ên li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, li dijî nîjadperestî û zayendîperestiyê daketin qadan.
Jinên Kurd ên li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, li dijî nîjadperestî û zayendîperestiyê daketin qadan.
Jin ên Ciwan ên Azad (JCA) li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê li dijî kuştina jinan û nîjadperestiyê daketin qadan.
Aktîvîst piştî ku bi pankartan meşiyan daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jin her roj bi tundiya li nava malatê, her wiha ji ber nêrînên hovane tên kuştin. Pirsgirêk baviksalarî ye! Siyaseta heyî jî hem vê nêrînê xurt dike, hem jî serweriya mêr ê kujer ji nû ve hildiberîne û kiryaran diparêze."
DEWLETÊN TIRK Û ELMAN HATIN ŞERMEZARKIRIN
Di daxuyaniyê de bang li jinan hemûyan hate kirin ku xwedî li mafên xwe derkevin û dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jinên Kurd ên li Tirkiyeyê dibin hedefa êrişê" û nêzîkatiya dewleta Elman hate şermezarkirin ku bi daxwaza Tirkiyeyê Kurdan krîmînalîze dike.
Di daxuyaniya JCA'yê de hate gotin, "Nîjadperestî û zayendîperestî dibin sedema mirina mirovan."