Jinên HDP'î li dijî êrişan pêşniyarên çareseriyê nîqaş dikin

Bi sedan endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê, li dijî êrişên li hemberî destketiyên jinan pêşniyarên çareseriyê nîqaş dikin.

Konferansa Jinê ya HDP'ê ku bi dirûşma "Em li ser azadiyê bi israr in, li ser têkoşînê bi biryar in" li Enqereyê pêk tê, di roja duyemîn de ye. Nêzî 400 jinên ji gelek bajaran tevlî konferansê bûn.

Nîqaşên roja duyemîn bi giranî li ser pêşniyarên çareseriyê yên li dijî êrişên li ser destketiyên jinan bûn.

Sendîkaya Mornîng Star NÛJ Chapel (Sendîkaya Rojnamevanan a Neteweyî) peyameke piştevaniyê ji konferansê re şand.

Di peyamê de hate gotin, "Têkoşîna we ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê ye, ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Jin li refên herî pêş ên berxwedanê ne û em jî bi têkoşîna we re ne. Em, rojnamevanên jin ji bo xwe weke wezîfeyekê dibîni ku bi xwişkên xwe re bin ên li dijî ve rejîma li dijî jinê têdikoşin. Rabûna li ber zilmê wezîfeya me ye û bi rêya rojnameya xwe em ê di nava sendîkayên xwe û organîzasyonên xwe yên kampanyayê de dengê we bilind bikin.

HDP mifteya demokrasiya li Tirkiyeyê, bidawîkirina şer û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Êrişên li dijî sîstema we ya hevserokatiyê êrişek li dijî jinan e û em vê yekê şermezar dikin. Em ê rejîma Erdogan a zalim, piştgiriya hikumeta me ya ji bo wan û êrişên li Tirkiye û Kurdistanê yên li dijî demokrasiyê em ê li her derê eşkere bikin. Em ê ji bo Fîgen Yuksekdag û bi dehan jin ên li zindanên Erdogan tên girtin têkoşîna xwe bidomînin. Em ê navê we ti carî ji bîr nekin. Bi aştî, hezkirin û piştgiriyê. Jin Jiyan Azadî. Bijî HDP, bijî piştgiriya navneteweyî."

Konferans dewam dike.