Jinan nobeda li Stuttgartê ya ji bo Efrînê dewr girtin
Çalakiya nobetê ya li ber kon a li Stuttgartê ya ji bo Efrînê bi pêşengiya jinan didome.
Çalakiya nobetê ya li ber kon a li Stuttgartê ya ji bo Efrînê bi pêşengiya jinan didome.
Li Stuttgartê ev 46 roj in, li kolana herî şên ji bo Efrînê çalakiya nobetê û mîtîng hene.
Nobeta Kon îro rêxistinên jinan, ku di nav de Yenî Kadin jî hebûn, dewr girtin. Çalakiya nobetê ya di navbera 15.00-19.00’an de bû mîtîng. Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û Berxwedana Serdemê hate slavkirin, banga hevgirtinê hate kirin.
Di çalakiyê de li ser komkujiyên dewleta Tirk agahî hatin parvekirin. Di axaftinan de rola hikûmeta Elman a di êrîşên Efrînê de hate destnîşankirin.
FAŞÎST ÊRÎŞÊ TÎNIN
Faşîstên li Stûttgartê car caran hewl didin provakasyonê li dijî çalakiyê bikin. Faşîstekî di dema mîtîngê de nêz bû û êrî anî ser welatparêzekî. Faşîstan êrîş anîn ser nûçegihanê SîmûrgNews û Navenda Nûçeyan ATÎK’ê. Li gel ku li ber çavê polîsan ev bû jî, piştî ku agahiyên nasnameyê yên faşîstan hatin standin, faşist hatin berdan.