Jinan li Hatayê ji bo şervanên YPJ'ê kermes vekirin

Jinan li Hatayê ji bo şervanên YPJ'ê kermes vekirin

Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, bi armanca destekkirina şervanên YPJ'ê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, li Hatayê kermes vekir.

Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê, ji bo destekê bide şervanên YPJ'ê yên li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, li Hatayê kermes vekir. Li kermesa li Kolana Sarayê pankarta bi nivîsa "Silav ji jinên berxwedêr ên Rojhilata Navîn re" hat daliqandin û jinan xwarina li malê çêkiribûn, li kermesî pêşkêş kirin. Kermes wê sê rojan vekirî be û alîkariya lê bê berhevkirin, wê ji Kobanê re bê şandin.

Jinan diyar kirin ku ew li cem berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê ne û êrîşên li dijî Kobanê jî weke êrîşên li hemberî mala xwe dibînin.