Jina Kurd a 146 salî jina herî bi temen ya cîhanêye
Jina Kurd a 146 salî jina herî bi temen ya cîhanêye
Jina Kurd a 146 salî jina herî bi temen ya cîhanêye
Li bajarê Bane jina Kurd a temen 146 salî hêj bi tendirûstiyek baş dijî û xwediyê 5 nifşane.
Malpera Ziryanî ya Îranê di nûçeya ku weşandiye de jinek Kurd bi navê Şemse Emînî di sala 1867’ê de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Yek ji jinên herî bi temen yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye. Her wiha hate diyar kirin ku, heya niha jî di aliyê tendirûstiyê ve gelek başe û tû pirsgirêkek ya wê nîne.
Diya şemse Emînî sedemê tendirûstî û temenê xwe yê dirêj, dibêje ji ber xwarina paqij û xwezayê, ji xwarinên xwemalî zêdetir xwarinên xwezayî dixwe. Di aliyê beden û hizrî de jî heya niha gelek başe.
Hêjayî gotinê ye ku xwezaya bajarê Bane, ji hemû corên giya têde hene. Hemû werzên salê xwarinên xwezayî dikarin werin peyda kirin û salane gelek geştiyar serdana vî bajarî dikin.