Jina bibe xwedî hêzek bi pergal wê zêdetir xwe bihêz hîs bike

Jina bibe xwedî hêzek bi pergal wê zêdetir xwe bihêz hîs bike

Piştî ku KJB û YJA bûn yek û KJK îlan kirin, mijara wê KJK’ê terzeke rêxistinê ya çawa esas bigire hate nîqaşkirin. Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Rûken Garzan diyar kir ku KJK wê di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinê de xwe rêxistin bike û bi vî awayî pergalê hedef dike. Garzan got wê bi pergala KJK’ê re li dijî pirsgirêkên jinan ên civakê stratejiya parastinê esas bigirin.

Garzan da zanîn ku li dijî şîdetê bi parastin û li stargehan bicihkirin, ne çareseriye û got: “Ger jin bibin hêza bi pergal û zîhniyeta serdest a mêr biguhere, wê jin bikaribin xwe bidomînin.

HIŞMENDÎ WÊ MEKANÎZMAYA PARASTINÊ AVA BIKE

Rûken Garzan bi lêv kir ku di rewşa ku KJK xwe di wek pergal di civakê de pêş bixe û bide rûniştandin wê pêşî li gelek pirsgirêkan bigirin û jin zêdetir di civakê de rola xwe bilîze. Garzan wiha pêde çû: “Her ku pergala me li qada civakî pergala xwe ava bike wê ji bo pirsgirêkan bibe bersiv. Dema me pergala KJK’ê nîqaş kir me ev zelal dît. Divê teqez mekanîznameyeke me ya parastinê hebûya. Wisa jî bû. Di nava demê dikare şeklê vê biguhere.”

Garzan got ku jin di vê sedsalê de hê rastî êrîşên herî giran tên û her roj bi mirin û komkujiyan re rû bi rû ne. Her wiha Garzan bi lêv kir ku tenê jin ji şîdetê parastin nabe çareserî û ji bilî parastinê divê ji bo rakirina şîdetê hewldan bên dayîn.

BI STARGEHAN JIN NAYÊN PARASTIN

Rûken Garzan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir KJK dixwaze civekek nû biafirîne û got: “Ger KJK di nava civakê de rûne wê paradîgmaya azadîxwaz a jinê bikeve jiyanê û kesên li dijî vê paradîgmayê cih digirin jî wê hêdî hêdî ji derveyî civakê bimînin. Armanca me divê ne parastina jinê be, armanca me divê em şîdetê ji holê rakin. Ji bo rakirina şîdetê bi vekirina çend stargehan pirsgirêk nayê çareserkirin.

Stargeh  lîstikeke pergala kapîtalîst e. Ev lîstika ku ji aliyê pergalê ve tê lîstin ancax bi têkoşîna ku jin dimeşîne vala bê derxistin.

Garzan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê jin xwe bi rêxistin bikin û pergala xwe ava bikin  û got: “Jin ancax bi vî awayî dikarin bi hêz bikin. Ger ne wisa be dewlet wê her tim bi hêz be û parastina xwe jî wê her tim di asta leşkerî de bike.

Garzan bal kişand ser mînaka Reel sosyalîzmê û got ku ev ceribandin bi dersan tijî ye û sedema hilweşîna reel sosyalîzmê jî ev e û wiha axivî: “Hêz û cesareta wan jî hebû. Bi hezaran kes di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da. Lê ji ber ku guherî pergala û zîhniyetê nekirin encam negirtin."

Garzan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bihêzbûna pergala KJK’ê bihêzbûna jiyana jinê ye. Garzan anî ziman ku ji ber vê divê hemû jin xwedî li KJK’ê derkevin