Jin di cejnê de wê li sînor bin
Jin di cejnê de wê li sînor bin
Jin di cejnê de wê li sînor bin
Jin di 4-5’ê Cotmehê de ji bo ku piştgiriyê bidin gelê Kobanê yê li dijî êrîşan li ber xwe didin, wê li sînor nobetê bigirin.
Rêxistinên jinan bi banga Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê re di cejnê de wê biçin Pirsûsê. Jin îşev ji Stenbolê dikevin rê.
Jinan der barê mijarê de daxuyaniyek dan û tezkereya ku duh di meclîsê de derbas bûye bi bîr xistin û gotin êdî Tirkiye jî di nava vî şerî de ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “DAIŞ li dijî hemû gelên herêmê li dijî Elewî, Xiristiyan, Kurd û Êzidiyan tehdîde. Ji îro şûn ve zêdetir cidî ye. Beden, jiyan û azadiya jinan du car zêdetir di bin tehdîdê ye. Ji ber vê yekê em bi banga Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê hatin cem hev û ji bo bi gelê Kobanê re bikevin nava piştevaniyê, îşev dikevin rê û wê biçin Pirsûsê.
Îşev saet di 21.30’an de li ber mala mehrê ya Sogutluçeşme ya Kadikoyê otobus wê rabin û di 4-5’ê mehê de li sînor bin.