Ji YPG’ê çalakiyên hem dem
Ji YPG’ê çalakiyên hem dem
Ji YPG’ê çalakiyên hem dem
Hat ragihandin, li Serêkaniyê duh êvarê saet li dora 20.00 Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî baregehên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra yên gundê Mişrafa, Esfer Necar, derdora gundê Kişto, Til Xelef çalakiyên hem den lidarxist. Hate zanîn di encama çalakiyan de agir bi baregehên koman ketine û hatine rûxandin.
Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, piştî komên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra bi topên hawan, qatûşayan êrîşî Serêkaniyê kirin, YPG’ê li dijî baregehên komên çeteyan ên li gundê Mişrafa yê 4 km başûrê Serêkaniyê, Esfer Necar, derdora gundê Kişto û bajarokê Til Xelef yên rojavaya Serêkaniyê çalakiyên hem dem lidarxist. Çalakiyên hem dem di saet 20.00 despêkir heta saet 00.00 dewam kirin. Hate zanîn di encama çalakiyên hem dem de agir bi baregehên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra ketine û rûxiyane. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku di encama çalakiyên hem dem de, gelek endamê Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Eniya El Nusra hatine kuştin û birîndar kirin.
Çavkaniyan ragihand komên çete yê Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam birîndarin xwe li ser gundê Ezîziyê 10 km rojavaya Serêkaniyê û li ser sînorê Tirkiyê ye, bi ambûlansanan û dibin çavdariya leşkerên Artêşa Tirk derbasî Tirkiyê kirin. Ev demeke gundê Ezîziyê wek rêya cebilxane û alavan tê bikaranîn.