Ji YPG'ê çalakiya bi bandor

Ji YPG'ê çalakiya bi bandor

Hate ragihandin ku hêzên YPG'ê li gundê Yusufiyê yê girêdayî bajarê Girkê Legê li dijî komên çete çalakiyek lidar xist.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên YPG'ê şevê din li gundê Yusufiyê ku 10 kîlometre dikeve başûrê Girkê Legê li di jî nuqteyên komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El Nusra û Ebabîl El-Şam çalakî lidar xistine. Hate ragihandin ku çalakî saet derdora 02:20'an destpê kiriye û heta saet 04.00'an dom kiriye.

Li gorî agahiyan di encama çalakiyê de bi dehan endamên van koman hatine kuştin û wesayîtek ku 5 kes tê de bûn hate ruxandin.

Hate gotin ku komên behsa mijarê li gundê Yusufiyê dinava amadekariyên êrîşan de bûn.